Parlamentoya Lîtwanyayê Jenosîda Tataran nas kir

Di salên dawî de komarên kevn ên Yekitiya Sovyetê polîtîkayên Stalîn ên li dijî gelên yekitiyê didarizînin. Sirgûna tatarên Kirimê cara pêşiyê ji aliyê parlementoya Ûkraynayê ve di 2015’an de wekî ‘jenosîd’ hatibû bi nav kirin. Paşê di Gulana 2019’an de parlamentoya Letonyayê di derbarê mijarê de biryarek bi vî rengî girtibû. Cara dawiyê parlamentoya Lîtwanyayê Seimas bi biryarekê sirgûna tataran wekî jenosîdê bi nav kir.

Di dengdayina di biryara li ser sirgûna tataran de ji 78 wekîlên di parlementoya Lîtwanyayê de 77’an dengên erênî bi kar anîn. Di biryarê de hat diyarkirin ku “Li ser bingeha konsepta jenosîdê ya di hiqûqa navneteweyî de, Seimas sûcên ku di 1944’an de ji aliyê Yekitiya Sovyetê ya li dijî Tatarên Kirimê hatine kirin wekî jenosîd nas dike.”

Di heman belgeyê de bang ji bo civaka navneteweyî hat kirin ku piştgiriyê bi gelê Tatarê Kirimê re bike û polîtîkaya xwe ya nenaskirina dagirkirina Kirimê ya ji aliyê Rûsyayê ve bidomîne.

Komek tatarên di dema destpêka sirgûnê de

Sirgûna tataran a 1944’an

Bi hinceta ku wan di dema dagirkirina Kirimê ya di 1943’an de bi hêzên alman re hevkariyê kirine, rêvebiriya Stalîn biryara sirgûna tatarên vê herêmê girt. Sirgûn di 18 Gulan 1944’an de dest pê kir û ji hemû wargehên li Kirimê ji 230,000 zêdetir tatar, piranî sirgûnê Uzbekîstanê hatin kirin. Di nava vê koma mirovan de hejmareke kêm yûnan û bûlgarên li herêmê jî hebûn. Ji ber kêmasiya xwarin, belavbûna nexweşiyan û îklîma nû ya herêmên nû, di navbera 1944-1947’an de 109,956 (%46.2) tatar mirin. Di sala 1944’an de ji 10,000’î zêdetir tatarên li Uzbekîstanê (ji % 10’ê tatarên li vir hatin bicîkirin) mirin. Tê texmînkirin ku li sirgûnê nêzîkî 30,000 kes mirin.

Di dema polîtîkaya nû ya rêvebiriya Gorbaçov a bi navê Perestroykayê ya di salên 1980’an de destûr hat dayîn ku tatarên li Uzbekîstanê mayî vegerin erdên xwe yên Kirimê. Mixabin di 2014’an de Kirim bi hinceta parastina welatiyên rûs ên li herêmê, ji aliyê Federasyona Rûsyayê ve hat dagirkirin. Meclîsa tataran û qenala TV’yê ya tatar ji aliyê rêvebiriya nû ve hat girtin û demeke nû ya zilmê ji bo tataran dest pê kir. Piştî van zextan, li derdora 10,000 tatar mecbûr man ku koçî Ûkrayna, Polonya û Tirkiyeyê bikin.

Sembola Roja Bîranîna Tatarên Kirimê

Biryarên Qurultaya tataran

Qurultaya tatarên Kirimê di dema dagirkirina Kirimê de cara dawî kom bûbû û du biryar girtibûn.

  1. Destpêkirina prosedûrên polîtîk û hiqûqî yên ji bo damezrandina (restorekirina) xweriya terîtoryal a neteweyî ya ji bo gelê tatar ê Kirimê ya li ser erdên wan ên dîrokî îlan dike.
  2. Meclîsa Gelê Tatar ê li Kirimê peywirdar dike ku bi armanca pêkanîna mafên gelê tatar ê Kirimê ya ji bo diyarkirina qederê di forma xweseriya terîtoryal a neteweyî ya li ser erdên wan ên dîrokî (Kirim), di warê hemû mijarên eleqeder de bi rêxistinên navneteweyî yên wekî NY, KE, YE, REHE, RHI û parlamento û hikumetan re têkiliyan çêbike.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …