Ziman tune be şer ji bo çi ye?


Necat Ayaz

Dema jin û mêrên îrlandayî ligel îngilîzî bikaribin bi zimanê îrlandî biaxivin, wê demê neteweyeke heqîqî ya îrlandî pêk tê. Êdî ne mimkûne hêza aboriyê, topên giran an leşkerên Qraliyeta Brîtanî bikaribin vê neteweyê tune bikin.

Li gelek aliyên cîhanê, di dozên rizgariya neteweyî de ziman wekî qadeke têkoşînê hatiye qebûlkirin. Ji ber girîngiya wê ya di mobîlîzasyona etnîk de, ziman di heman demê de wekî alaveke xwedî hêza siyasî jî hatiye dîtin. Yek ji welatê ku vê rastiya ziman bûye mijara teoriya rizgariyê, Îrlanda ye. Teorisyenê ziman û siyasetê David Patrick Moran bi 1905’an de bi van gotinên balkêş riya şoreşa Îrlandayê nîşan daye:

Dema jin û mêrên îrlandayî ligel îngilîzî bikaribin bi zimanê îrlandî biaxivin, wê demê neteweyeke heqîqî ya îrlandî pêk tê. Êdî ne mimkûne hêza aboriyê, topên giran an leşkerên Qraliyeta Brîtanî bikaribin vê neteweyê tune bikin.

Piraniya dîrokzanên li ser mijarê di wê baweriyê de ne, eger xebatên tevgera ziman tune bûna û netewperweriya îrlandî ewqas li giravê belav nebûya negihîştina asta girseyî û wê siyaseta serxwebûnxwaz nikaribûna hêza kolonyalîzma brîtanî têk bibira.

Moran gaveke din jî pêş de diçe û dibêje “Gan teanga, gan tîr” ango “Eger ziman tune be, netewe jî tune ye.” Bi gotineke din, dema ziman tune be alozî ji holê radibe û lewma jî êdî tiştekî ku mirov di oxira wê de şer bike namîne. Ev dîtinên li gorî dema xwe têra xwe radîkal bû, li Îrlandaya di bin dagirkeriya Brîtanyayê de ji aliyê gelek kesan ve dihat şopandin. Teorîsyenên rizgariya ziman û welat bi hev ve girêdidan, riya rizgariya welatê bindest bi berhemên xwe ronî dikirin.

Herçiqas herdu hêman di nava hev de hatibûn formûlekirin jî, di pratîkê de siyaseta serxwebûnxwaz û tevgera ziman ji hev cihê bûn. Siyaseta neteweyî ji sedsala 19.emîn û şûn de îngilîzî bi kar danî û partiya serxwebûnxwaz Sinn Fein li ser vê kevneşopiyê şoreşê birêxistin dikir. Zimanperweriya radîkal a tevgera ziman û pragmatîzma siyasetê herdem dibû sebeba nakokî û nîqaşan. Lê bilindbûna alozî û tansiyonê ya di navbera her du aliyan de di dewsa zirarê bide xebatan, doza rizgariya neteweyî xurtir dikir.  Siyaset bi bernameyeke pêşverû û antî-kolonyalîst gel birêxistin dikir û tevgera ziman jî hişmendiya parastina ziman di nava heman gelî de belav dikir.

Kurdiya bê xwedî mayî, ji ber polîtîkayên dewletê û hevkariya çîna navîn a bi asîmîlasyonê re li ber têkçûnê ye. Ev jî nasnameya neteweyî deforme dike û vî awayî jî têkoşîna rizgariyê dixe nava xetereyê. Slogana “Gan teanga, gan tir” a li Îrlandayê hatibû gotin tam jî rewşa bakur îfade dike: Ziman tune be, netewe jî tune ye.

Piraniya dîrokzanên li ser mijarê di wê baweriyê de ne, eger xebatên tevgera ziman tune bûna û netewperweriya îrlandî ewqas li giravê belav nebûya negihîştina asta girseyî û wê siyaseta serxwebûnxwaz nikaribûna hêza kolonyalîzma brîtanî têk bibira. Ji ber vê, mirov nikare bêje serxwebûna Îrlandayê bi tenê bi saya siyaseta îngilîzîaxêf a welêt pêk hatiye. Helbet hişmendiya xurt a dîrokî, hebûna Dêra Katolîk, pozîsyona cografîk jî bi serfiraziya netewperweriya îrlandî faktorên erênî bûn, Lê digel van jî, rola aktîvîstên ziman di têkoşîna rizgariyê de diyarker bû.

Dema mirov bi vê perspektîfê li têkoşîna li bakur binêre, dikare hin tespîtên balkêş bike. Li vî parçeyê herî mezin ê welêt, 40 salên dawî, bi têkoşîna siyaseta kurd derbas bûye. Lê vê axa ku gelek rêxistinên siyasî ji nava xwe derxistiye, heta niha nebûye xwediyê tevgereke ziman. Ev bûye sebeb ku di têkoşîna neteweyî de siyaset bi tena serê xwe bê hiştin û ji hevkarî û zextên tevgereke ziman bêpar bimîne.

Encamên vê rastiya kambax, hem ji bo kurdî û hem jî ji bo  nasnameya neteweyî ji texmînan wêdetir hilweşîner e. Kurdiya bê xwedî mayî, ji ber polîtîkayên dewletê û hevkariya çîna navîn a bi asîmîlasyonê re li ber têkçûnê ye. Ev jî nasnameya neteweyî deforme dike û vî awayî jî têkoşîna rizgariyê dixe nava xetereyê. Slogana “Gan teanga, gan tir” a li Îrlandayê hatibû gotin tam jî rewşa bakur îfade dike: Ziman tune be, netewe jî tune ye.

Ev nivîs di hejmara 71. a rojnameya Xwebûnê de hatiye weşandin

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …