Swêd zirara daye zimanê meankelî lêkolîn dike

Swêd jî yek ji dewletên Ewrûpayê ye ku demeke dirêj cihêrengiya etnîk û ziman a li ser erdên xwe red kir.

Niha rêvebiriya Stockholmê dixwaze sûcên xwe yên dîrokî yên li hember zimanê Meankelî lêkolîn bike.

Tornedal herêmeke sar a li bakurê Swedê ye û li kêleka sînorên Fînlandiyayê cî digire.

Ev der navenda zimanê meankelî ye ku parçeyeke zimanê fînî ye.

Meankelî ku wateya wê “zimanê me” ye, li derûberê newala çemê Torneyê ya li vê herêmê, ji aliyê 75 hezaran kesan ve tê axaftin. 

Hebûna vî zimanê kêmar, ji sedsala 19. heta nîvê sedsala 20. hatiye înkarkirin.

Rêvebiriya Stockholmê, ji bo tunekirina vî zimanî polîtîkayên xedar ên asîmîlasyonê meşandine.

Çend roj berê, Wezîra Çandê û Demokrasiyê yê Swêdê Amanda Lînd, li ser vê mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, ew ê ji bo vekolîna zilma li ser vî zimanî, komîsyona heqîqetê û lihevhatinê ava bikin.

Lînd got “dîrok nikare bê dûbarekirin” û ew ê destûrê nedin careke din kiryarên bi vî rengî li hember meankelî bên kirin.

Di 2018’an de raporeke li ser polîtîkayên asîmîlasyonê û encamên wan ên li ser vî zimanî hatibû veşandin.

Komîsyona ziman, wê di xebatên xwe de bi giranî ji vê vekolîna berfireh sûd wergire.

Di vê vekolînê de, hevpeyvînên li gel kesên mafên wan ên zimanî hatine binpêkirin, kesên di dema xwendekariya xwe de an jî li dibistanên şevînî rastî qedexeya zimanî û çandî  hatine, cî digirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …