Zarokên Îrlandaya Bakur daxwaza mafên ziman dikin

Mijara parastina zimanê îrlandî (gaeilge-galîkî) nêzîkî salek e li Îrlandaya Bakur di rojeva neteweperestên herêmê de ye. Aktîvîstên zimanê îrlandî ji hikumeta herêmî daxwaz dikin ku Qanûna Zimanê Îrlandî ya di peymana aştiyê ya St. Andrews de soza wê hatibû dayîn qebûl bike.

An Dream Dearg ku komeke ji aktîvîstên ziman pêk tên, bi mebesta balkişandina mijarê di 31’ê Gulanê de li ber Stormont (Parlamentoya Îrlandaya Bakur) xwepêşandanek li dar xist. Xwendekarên ji malbatên katolîk beşdarê xwepêşandanê bûn û daxwaza bicîanîna sozên ji bo zimanê îrlandî kirin.

Cîgirê nûnerê siyasî ya welatiyên katolîk ên herêmê Sinn Fein Michelle O’Neill jî beşdarê vê çalakiyê bû. O’Neill piştî çalakiyê daxuyaniyek da û got ku divê hikumetên brîtanî û îrlandî dawî li derengxistina qebûlkirina qanûna ziman bînin. O’Neill axaftina xwe wiha dom kir:

“13 sal berê hikumeta brîtanî di çarçoveya Peymana St Andrew de soza Qanûna Zimanê Îrlandî da. Ev soz heta aniha nehatiye pêkanîn û tiştekî rezîlî ye ku piştî ewqas salan zarokên îrlandîaxêf hîn jî mecbûr tên hiştin ku ji bo mafên xwe li kolanan protesto lidarbixin.

“Di nava civakê de ji bo bidawîanîna kêmasiya maf û wekheviyê ya li bakur daxwaz her ku diçe zêdetir dibe. Xwepêşandana îro peyamek bi dengê bilind û zelal da. Zarokên Îrlandîaxêf kesekî tehdît nakin. Zimanê îrlandî kesekî tehdît nake, ew li her aliyê giravê mirovan hembêz dike û wan pêş dixe.”

O’Neill destnîşan kir ku wê Sinn Fein destekê bide kampanyaya Act Gaeilge (Qanûna Îrlandî) ku di nava wê de wekî rewşa li her aliyê giravê, maf û parastina hiqûqî ya axêverên îrlandî yên bakur heye.

Sinn Fein ji bo zimanê îrlandî çi daxwaz dike?

Zimanê îrlandî yek ji mijarên herî girîng e ku li bakur di navbera  îrlandiyên katolîk û protestan de dibe sebeba nîqaş û gengeşiyê. Zimanê îrlandî ji ber polîtîkayên kolonyalîzma brîtanî êdî di nava civakê de pir kêm tê bikaranîn û lewma zimanekî di xetereyê de tê hesibandin. Sinn Fein dixwaze li Îrlandayê ziman ji nû ve bibe zimanê axaftinê. Partiyê di 2015’an de pêşnûmayek ji bo zimanê Îrlandî pêşkêşî Parlamentoya Îrlandaya Bakur kir lê pêşnûma bi dengên wekîlên protestan hat redkirin.

Bi Qanûna Zimanê Îrlandî  (Acht na Gaeilge) Sinn Fein daxwaza pêkanîna van dike:

  • Bikaranîna îrlandî li dadgehan, li Parlamentoyê û li saziyên dewletê ku polês jî tê de
  • Wezîfedekarkirina komîserek zimanê îrlandî
  • Li bakurê welat damezrandina herêma Gaelteacht (a ku bi tenê zimanê Îrlandî lê tê axaftin)
  • Mafê perwerdeya bi îrlandî
  • Tabelayên duzimanî ya avahiyên fermî û ji bo riyên bejahî

Partiyên proteston ên bakur ku yekitiya bakur a bi Brîtanyayê re dixwazin, ji mêj ve ye li dijî qanûna zimanê Îrlandî disekinin. Proteston difikirin ku pêşketina zimanê îrlandî ya li bakur wê di demên bê de daxwaza yekitiya bakur a bi başûr re xurtir bike û polîtîkaya Sinn Feinê di vî warî de bi ser bikeve.

Înfowelat

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Almanya qerta pereyan wê bide penaxwazan

Fatoş Demirtaş  Almanya wê êdî di dewsa pereyan de qertekê bide penaberan. Hikumet radigihîne, bi …