Federalîzma Bosnayê di xetereyê de ye

Li gorî pêşniyazqanûna hat qebûlkirin, Repûblîka Sirpska wê bikaribe ji sazî û xebatên navendî ya Bosna-Hersekê vekişe.

Yanî bi gotineke din, rêvebiriya herêmê wê bikaribe ji artêş, sîstema bacê, mekanîzmaya edaletê û ewlekariya civakî vekişe û di dewsa wan de di nava xwe de saziyên bi vî rengî damezrîne.

Bêguman ev ê jî rê li ber serxwebûna de-fakto ya herêma Sirb veke û di encama vê de jî parçeb

Di parlemena herêma Sirb de ku navê wê yê fermî Repûblîka Sirpska ye, alîgirên yekitiya heyî ya bi Bosnayê û parazvanên erkên rêvebiriya herêmî hatin pêşberî hev.

Di dengdanê de ajîtasyona netewperestên Sirb bandora xwe nîşan da û parlemen ji bo herêmeke hema bêje nîv-serbixwe re got erê.

Milorad Dodik yek
ji endamê serokatiya dorveger a Bosna-Hersekê ye. Her du hemkarên wî yên din boşnak û kroatan temsîl dikin.

Li gorî pêşniyazqanûna hat qebûlkirin, Repûblîka Sirpska wê bikaribe ji sazî û xebatên navendî ya Bosna-Hersekê vekişe.

Yanî bi gotineke din, rêvebiriya herêmê wê bikaribe ji artêş, sîstema bacê, mekanîzmaya edaletê û ewlekariya civakî vekişe û di dewsa wan de di nava xwe de saziyên bi vî rengî damezrîne.

Bêguman ev ê jî rê li ber serxwebûna de-fakto ya herêma Sirb veke û di encama vê de jî parçebûna Bosna-Hersekê veke.

Li herêmê Mîlorad Dodîk pêşengiya vê projeya netewperest dike û dixwaze Repûklîka Sirspka ji hemû saziyên navendî ya rêvebiriya li Sarayevoyê veqete.

Dodikê niha ligel hemkarên xwe yên Boşnak û Kroat yek ji endamê serokatiya dorveger a Bosna-Hersekê ye.

Dodikê ku di destpêka kariyera xwe ya siyasî de wekî kesekî maqûl dihat naskirin, niha bi eşkereyî doza damezrandina artêşeke serbixwe ya Sirban dike.

Dodik digel ambargoya Amerîkayê ya li dijî xwe û gefa ambargoyeke nû ya Almanyayê jî paş de gav navêje û vê xeta xwe ya hişk didomîne.

Serxwebûna Bosna-Hersekê

Bosna Hersek welatekî pir-etnîkî û pir-olî ye ku ji Sirb, Boşnak û Kroatan pêk tê.

Republika Srpska bi qasî 24.000 km² berfireh e û nifûsa wê 1.200.000 e. Ji 82 ji % herêmê sirb, 14 ji % boşnak û 2.4 ji % kroat in.

Li welêt di navbera her sê miletan de piştî hilweşîna Yûgoslavyayê şerekî navxweyî pêk hat û di encama midaxaleya Amerîka û hêzên Ewrûpî dewleta Bosna-Hersekê hat avakirin.

Di şerê navxweyî de zêdetirî 100 hezar kes hatin kuştin, bi sedan wargeh hatin şewistandin û bi milyonan kes terka cîûwarê xwe kirin.

Piştî şer, bi navbeynkariya Amerîkayê her sê hêz li hev rûniştin û li ser welateke federal a ji du herêman pêk dihat li hev kirin.

Di çarçoveya peymanê de Sirbên li welêt bûn xwediyê herêma otonom Repûplîka Sirpska, Boşnak û Kroat jî bûn xwediyê herêmeke hevpar.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …