Ûkrayna bi qanûna ziman mafên zimanên kêmar bi sînor kir

Serokê nû yê Ûkraynayê ku di hilbijartinê de ji % 73’ê dengan girtibû, di 20 Gulanê de hat ser kar. Serokê kevn ê Ûkraynayê Petro Porošenko beriya îktîdarê ji serokê nû re bihêle, qanûneke nû ya ziman îmze kir. Bi vê qanûnê, mafên zimanên kêmar tên bisînorkirin. Qanûna ziman di 25’ê Nîsanê de ji parlamentoyê derbas bû û di 15’yê Gulanê de ji aliyê Poroşenko ve hat îmzekirin.

Bi qanûna nû statuya herêmî ya zimanên kêmar ku di nava wan de zimanê rûsî jî heye, tê betalkirin û bikaranîna wan a di qada fermî de tê bisînorkirin. Berdevkê Radayê (parlamentoya ûkraynî) Andrij Parubij vê qanûnê wekî meseleyek ewlekariya neteweyî ya ji bo welat bi nav kir. Ziman, ligel ol û artêşê yek ji sê stûnên kampanyaya hilbijartinê yê Poroşenko bû. Li gorî serokê kevn, vê qanûnê ji bo welat gaveke “dîrokî” ye.

Di destpêja qanûna ku gelek nîqaşan bi xwe re anî de tê gotin ku “belavbûna ûkraynî di hemû qadan de ya li ser seranserê welat parastina nasnameya neteweya ûkraynî misoger dike û yekitiya Ûkraynayê xurtir dike”, û “zimanê ûkraynî faktorek terîfkar û nîşanek sereke ya nasnameya neteweya Ûkraynayê ye.”

Hêjayî gotinê ye ku serokê nû Volodîmîr Zelensky qanûnê rexne dike û ew di wê baweriyê de ye ku “divê dewlet bi riya avêtina gavên pozîtîf lê ne bi qedexe û cezayan zimanê ûkraynî pêş bixe.”

Li Ûkraynayê hiqûqa ziman

Di çarçoveya xala 10’emîn a Destûra Bingehîn a Ûkraynayê de zimanê ûkraynî li welat tekane zimanê fermî ye. Li aliyekî din, pêşxistin, parastin û azadiya rûsî û zimanên din ên kêmar ên neteweyî tê misogerkirin.

Di 2012’an de hikumeta Janukovîç ku desteka Partiya Herêman wergirtibû, konsepta “zimanên herêmî” li hiqûqa ziman zêde kir. Li gorî vê, eger ji % 10’ê nifûsa bajar an herêmek bi zimanekî kêmar biaxive, ew ziman li wî ciyî dibe xwedî statuya wekî ûkraynî. Bi vî awayî jî, ev ziman dikarin li dibistanan û rêvebiriyên herêmî de bên bikaranîn. Di encama vê de, zimanê rûsî li Luhansk, Kharkiv, Zaporižžja, Cherson, Mykolaïv, Dnipro, Odessa û Kirimê bû xwedî statuya zimanê herêmî.

Meseleya zimanên herêmî bi awayekî xurt ji aliyê gelek derdorên siyaseta Ûkraynayê ve hat rexnekirin. Bi taybetî piştî serhildana hêzên neteweyî yên welat yên li hember hikumeta alîgirê Rûsyayê ku wekî Euromaiden tê zanîn, di 2018’an de vê qanûnê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Ûkraynayê ve hat betalkirin.

Naveroka qanûna nû

Bi qanûna nû tekane zimanê qadên fermî bi tenê dibe ûkraynî û hatiye ferzkirin ku hemû welatiyên Ûkraynayê bi zimanê ûkraynî bizanibin. Naveroka qanûnê bi kurtahî wiha ye:

  • Di serîlêdanên ji bo welatîbûnê de wê kesê vê daxwazê dikin di testa zimanê ûkraynî re bên derbaskirin.
  • Serokê welat, endamên hikumetê, wekîl, xebatkarên bankeya dewletê, mamoste û doktor divê di karên xwe de bi zimanê ûkraynî biaxivin.
  • Di qada perwerdeyê de wê ûkraynî ji pola 5’emîn û şûn ve di hemû astan de bibe zimanê navgîn. Bi qanûnê destûr tê dayîn ku zimanên kêmar di pêşdibistan û dibistanên seretayî de bên bikaranîn.
  • Qanûn destûrê dide ku di zanîngehan de hin ders bi zimanên Yekitiya Ewrûpayê bên fêrkirin lê di vê mijarê de derî ji zimanê rûsî re digire. (Li dibistanên li Ûkraynayê 3.8 milyon zarok hene û qasî 400,000 zarok li dibistanên ku zimanê ûkraynî nayê bikaranîn perwerde dibin. Daneyên sala 2017’an nîşan didin ku li seranserê welat 580 dibistanên zimanên rûsî yên dewletê û 70 dibistanên zimanê romanî û macarî hene).
  • Qanûn ferz dike ku ji % 90’ê naveroka weşanên radyo-televîzyonê ya di navbera saet 7’ê sibehê û 10’ê şevê de bi zimanê ûkraynî be. Ji bo weşanên herêmî vê rêjeyê ji % 80’ye. Li aliyekî din, rojnameyên bi zimanên din divê çapeke xwe ya ûkraynî jî biweşînin.
  • Divê toponomî (navên ciyan) bi ûkraynî bê nivîsandin. Dema bajarên navê wan bi rûsî tên nivîsandin hebin ivê ev jî li gorî rêgezên zimanê ûkraynî bê nivîsandin.
  • Di pirtûkfiroş û weşanfiroşan de divê ji % 50’yê berhemên tên firotin bi zimanê ûkraynî be.
  • Ji % 90’ê fîlm û şanoyan divê bi ûkraynî be û ji %10’ê mayî jî divê jêrenotên bi ûkraynî bi kar bînin.
  • Di posterên ji bo danasîna konser û çalakiyên bi vî rengî de divê ligel zimanên din ûkraynî jî bê bikaranîn. Di van posterên duzimanî de divê fontên tîpên ûkraynî herî kêm qasî yên zimanê din bin an divê ji zimanên din mezintir bin.

Pêşveçûna zimanê ûkraynî

Piştî serxwebûnê, bi taybetî di warê bikaranîna zimanê ûkraynî ya di perwerdeyê de gavên berbiçac hatin avêtin. Di dawiya salên Sovyetê de bi tenê ji % 47’ê dibistanên li Ûkraynayê perwerdeya bi zimanê ûkraynî dihat dayîn. Ev rêje di 2004’an de bû ji % 74 û di 2013’an de derket ji % 86’an.

Li gorî daneyên 2015’an, ji % 60’ê welatiyên li Ûkraynayê diyar kirine ku ew di hemû jiyana xwe ya rojane de bi ûkraynî diaxivin. Bikaranîna vî zimanî bi taybetî di nava nifşê ciwan û çîna navîn de zêdetir e. Vejîna zimanê ûkraynî yek ji encamên şerê Ûkrayna-Rûsyayê ye ku li rojhilatê welat pêk tê. Hikumetên li welat piştî veqetîna herêma rûsîaxêf a li rojhilat û dagirkirina Kirimê ji aliyê Rûsyayê di warê çand û ziman de polîtîkayek neteweperest a antî-rûs dimeşînin.  

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Erdogan li Bexdayê gef li kurdan xwar

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 12 salan, careke din çû serdana Iraqê. Serdana lîderê …