Profîl
Nifûs: 55,877 (2018)
Berfirehbûn: 2,166,086 km2
Paytext: Nuuk
Zimanê fermî: Grondlandî
Destpêka xweseriyê: 1979
Kurtedîrok
Grondland bi erda xwe ya di ser 2 milyon km2 re girava herî mezin a cîhanê ye. Li ser vê erda berfireh miletek otokton ê bi navê inuit dijî. Inuit ji bilî Grondlandê, li herêmên li bakurê Kanadayê jî xwedî hebûneke berbiçav in. Ev girava ku di navbera Okyanûsa Atlantîk û Arktîkê de cî digire, di 1814’an de ketiye destên Danîmarkayê. Di sala 1953’an de Danîmarka dawî li statuya kolonîbûna Gorndlandê anî û wê rasterast kir parêzghek girêdayê xwe. Di salên 1960-70’an de siyaseta giravê derketiye holê û daxwaza xweseriyê ketiye rojevê. Di sala 1974’an de Partiya Inuit ku doza berfirehkirina mafên giraviyan dikir, hat damezrandin. Lê heta 1979’an destûr nehatiye dayîn ku namzetên partiyên giravê li ser navê partiyên xwe beşdarê hilbijartina ji bo meclîsa şêwirmandiyê ya giravê bibin. Di 1979’an de Danîmarka statuya xweriyê ya giravê qebûl kiriye û hêzên nû transferê Parlamentoya Grondlandê kiriye.
Referandûma 2008’an
Ev referandûm ji bo berfirehkirina hêzên di destên rêvebiriya herêmî de hatiye lidarxistin û ji çaran sêyên welatiyên li giravê ji xweseriya berfireh re gotine ‘erê’. Di encama vê referandûmê de nasnemeya xwerû ya welatiyên giravê û mafê self-determînasyona (mafê çarenûsî) Grondlandê hatiye naskirin. Di heman demê de zimanê grondlandî li ser erda giravê bûye tekane zimanê fermî. Bi dûv referandûmê re, ji bilî têkiliyên derve, parastina welat, welatîbûn û pereyê giravê, di 32 qadên nû de hêzên nû ji Kopenhagê transferê Grondlandê hatine kirin. Hêjayî gotinê ye ku bi transferên nû berpirsiya çavkaniyên xwezayî bi tevahî ji rêvebiriya herêmî re hatiye hiştin.
Xweserî, parlamento û hikumet
Hezên rêvebiriya herêmî cara pêşiyê bi Qanûna Xwerêvebirinê ya 1979’an a Parlamentoya Danîmarkayê hatine diyarkirin. Paşê bi Qanûna Otonomiyê ya 2009’an hêzên rêvebiriya Grondlandê hatine berfirehkirin. Di çarçoveya her du qanûnan de Grondland dikare parlamento û hikumeta xwe hilbijêre. Perwerde, tenduristî, masîgirî, çavkaniyên xwezayê û parastina xwezayê qadên di destên rêvebiriya herêmî de ne.
Xweseriya Grondlandê di Destûra bingehîn a Danîmarkayê de cî nagire. Hêzên xweseriyê bi du qanûnên li ser xweseriya Grondlandê hatin e derxistin, hatine qebûlkirin. Ev her du qanûn di nava sîstema destûra bingehîn de cî nagirin xwedî ciyekî taybet in. Di çarçoveya modela xweseriya Danîmarkayê de ku ji bo Giravên Faro jî tê bikaranîn, berfirehkirina xweseriyê bi hevdîtînên du alî pêk tê. Destûra Bingehîn bi tenê qala mafên Giravên Faro û Grondlandê ya ji bo temsîlkirina wan a di Parlamentoya Danîmarkayê de (42.8) dike. Li gorî vê, Grondland dikare du nûnerên xwe ji bo parlamentoya li Kopenhagê bişîne.
Parlamentoya Grondlandê ya bi navê “Inatsisartut” ji 31 endamên ku ji çar salan carekê tên hilbijartin, pêk tê. Parlamento salê du caran, di payiz û buharê de dicive û li ser meseleyên Grondlandê biryaran dide. Hikumeta giravê “Naalakkersuisut” ku ji aliyê Serokwezîr ve tê birêvebirin, ji aliyê parlamentoyê ve te pêkanîn. Di bin banê hikumetê de gelek departmanên wekî wezîrtiyan tevdigerin hatine damezrandin.
Di encamên civînên Komîsyona Danîmarka-Grondlandê de li hev hatiye kirin ku di warê têkiliyên derve de mafên hikumeta herêmî bê zêdekirin. Di çarçoveya lihevhatina her du aliyan de, nûnerên Grondlandê dikarin beşdarê civînên navneteweyî bibin ku rasterast bandorê li berjewendiyên giravê dikin. Grondland di heman demê de endamê Konseya Nordîk e ku ji Danîmarka û welatên Îskandînavyayê pêk hatiye.
Çavkanî;
Naalakkersuisut – Government of Greenland
Autononomy Arrangements in the World, Greenland
Greenland votes for ample autonomy and moves towards independence