Li Bedlîsê tabelayên bi kurdî hatin rakirin

Di dema şaredariya DBP’î ya Bedlîsê de li tevahiya bajêr tabeleyên kurdî hatibûn daliqandin. Lê belê niha ew tabela yeko yeko tên rakirin. Şaredarê AKP’î Nesrûllah Tanglay ku tabelaya bi kurdî ya şaredariyê rakir vê carê jî tabeleya li têketina bajêr ku li ser bi kurdî, tirkî û ingilîzî “Hûn bi xêr hatin Bedlîsê” nivîsandî jî rakir. Piştî van beratkan şaredariyê daxuyanî da û îdia kir ku wê tabeleyaên li ser “Hûn bi Xêr Hatin Bajarê Bedîuzzaman Saîd-î Nursî Bedlîsê” dîsa bên bicihkirin.  Zimanzan Necmiye Alpay, rêvebirê Komeleya Lêkolînê Kurdî Eyyup Sûbaşi û nivîskar Selîm Temo jî bertek nîşanî vê yekê dan.

Rêvebirê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyup Sûbaşi destnîşan kir ku divê polîtîkayên îktîdara AKP’ê bi awayekî yekpare bên nirxandin. Sûbaşi wiha got: “Wexta em li bajarên kurdan binêrin em ê dijminatiya ji bo kurdî û kurdan çawa tê kirin bibînin. A li Bedlîsê hatiye kirin jî mînaka herî berbiçav e. Divê gelê me êdî van tiştan bibîne. Nêzîkatiya AKP’ê ya ji bo kurdî nêzîkatiya ji bo kuran e. Li Bedlîsê vê yekê bi destê şaredarekî kurd dike û dixwaze bi vî awaykî peyameke bi vî rengî bide; ‘Lê binerin kurd jî kurdî naxwazin.’ Lê êdî ev nêzîkatî pûç bûye. Kurd daxwaza zimanê xwe dikin û ev daxwaza wan a herî sereke ye.”

‘Li dijî demokrasî û aştiyê ye’

Zimanzan Necmiye Alpay jî bal kişadn ser şaredarîvaniya pirzimanî û wiha got: “Nexasim jî Şaredariya Sûrê ji bo hemû şaredariyan bibû mînak. Lê belê niha dev ji vê ferasetê hatiye berdan. Me dizanibû di warê siyasî de AKP di bin tesîra MHP’ê de ye. Çimkî ev terh bêtir terhê MHP’ê ye. Divê dev ji vê ferasetê bê berdan. Ev feraset li dijî aştî û demokrasiyê ye.”

Koleyê evîndarê efendiyê xwe

Nivîskar Selîm Temo jî ev tişt anî ziman: “Ez vê helwesta rezîl ku hewl dide kurdî ji bajarê Şerefxan ji holê rabike şermezar dikim. Kesê niha şaredar e, ji qeyûm hewaskartir e û radibe li bajarekî kurdan kurdî ji holê radike. Ev koleyê ku evîndarê efendiyê xwe ye tîne bîra mirov. Em di vir de ‘serketina’ polîtîkaya asîmlasyonê ya li Kurdistanê dibînin. Nexwe êdî asîmîlasyona kesên hatine asîmîlekirin hatiye asta parastina asîmîlasyonê. Ev tê wateya ku çawa kurdî ji qada polîtîk û çandeyî hatiye qewirandin êdî ji kuçeyan jî tê qewirandin. Ji bo vî kesê navbirî ev tiştekî xwezayî ye, ji bertekan jî fêm nake, bi ser de dibêje em ê tabelaya li derveyî bajêr bi navê Saîdê Kurdî bi cih bikin. Yanî dibê qey bi awayekî îdeolojîk tev digere. Halbûkî kesên nehiştin goreke Saîdê Kurdî jî hebe dîsa efendiyên wî bûn.”

Şaredariya Tetwanê tabelaya bi kurdî ya goristanê rakir

Piştî pêkanîna şaredarê Bedlîsê, vê carê jî Şaredariya Tetwanê dest bi guherandina tabelayên bi kurdî kir. Şaredariya Tetwanê ku demek berê tabelaya bi kurdî rakiribû, bêtehemûliya xwe ya li dijî zimanê kurdî bi guherandina navên goristanan nîşan dide.

Li gorî nûçeya nûçegihanê Bîtlîstnewsê Sînan Aygul, Şaredariya Tetwanê tabelaya Goristana Karşiyaka ku li navenda navçeyê ye, guherand û beşa kurdî jê bir.  Hat zanîn ku li şûna nivîsa bi kurdî jî nivîsa tirkî ya ‘Her nefs dê rojekî mirinê tehm bike’ nivîsand.

Şaredariyê heta niha têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane.

E-rojname

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …