Li başûrê Meksîka, Guatemala û Belîzeyê 30 zimanên maya tên axaftin. Hin ji wan ji aliyê bi sedhezaran kesan ve tên axaftin. Axêverên hin ji wan di bin 5000’î de ne û ev ziman di bin xetereya tunebûnê de tên hesibandin.
Yek ji wan zimanan Îtza ye ku di nava sînorên Guatemalayê de cî digire. Ev zimanê bêşens, niha bi tenê ji aliyê 45 kesan ve tê axaftin û lewma ji aliyê UNESCO’yê ve wekî zimanekî “di bin xetereya dijwar” de tê pênasekirin. Hemû axêverên vî zimanî, li bajarê San Jose ya ber Gola Peten Îtza dijîn. Tê texmînkirin, qedereke kes ku hejmara wan li derdora 50’ye, ne herikbar be jî di jiyana xwe de kêm zêde vî zimanî bi kar tînin.
Hukumeta Guatemalayê di salên 1930’an de vî zimanî qedexe kiriye û du nifşên civaka Itza bi tenê bi îspanyolî perwerde bûne. Di sala 1980’an de, di nava gelê maya de hişmendiya zimanê dayikê pêş ketiye û di nava civaka itza de parazvanên ziman dest bi têkoşînê kirine. Hukumeta Guatemalayê destekê daye projeyên vejîn û parastina ziman û di vê proseyê de Akademiya Zimanê Maya hatiye vekirin.
Lê êdî zimanê Itza ketibû rewşeke pir dijwar û hewldanên vejînê heta niha bi ser neketin. Li bajarê San Jose ku navenda vî zimanî ye, di dibistanan de polên ziman hatin vekirin. Mixabin gelek malbat di dewsa zimanê dayikê de dixwestin zarokên xwe bişînin polên zimanên biyanî. Qursên ku dildarên ziman vekirin jî rastî heman aqûbetê hatin.
Niha Akademiya Zimanê Maya dixwaze ji bo perwerdeyê derfetên dîjîtal bi kar bîne û vîdyo û materyalên deng amade bike. Herwiha, akademî careke din dixwaze ji bo perwerdeya vî zimanî polan veke. Ev xebat, wekî hewldanên dawî ya ji bo parastina ziman tên dîtin. Wiha xuya dike ku qedera zimanê Itza ne demeke pir dirêj de lê wê di nava çend salan de zelal bibe.