Bulten

Înfo Welat Bulten

Kurdish Monitoring rapora 2024an weşand

Di 2024an de  li Tirkiyeyê 109 caran mafê bikaranîna kurdî hatîye binpêkirin. Binpêkirinên mafên ziman di qada civakî, çand û huner, medya û girtîgehan de pêk hatin. Kurdish Monitoring (Platforma Çavdêrî û Rapornivîsînê ya Mafê Bikaranîna Zimanê Kurdî) rapora xwe ya 2024an weşand. Rapor nîşan dide, di 2024an de  li …

Bêtir »

SEKO-Kurdistan ji UNESCOyê re name şand

Platforma Zimanê Kurdî ya li Cenevê (SEKO-Kurdistan) li Swîsreyê dîplomasîya ziman dimeşîne. Platformê bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê nameyekê ji Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) re şand. Platforma Zimanê Kurdî ya li Cenevê (SEKO-Kurdistan) li Swîsreyê dîplomasîya ziman dimeşîne. Platformê bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê nameyekê ji …

Bêtir »

KNKê banga parastina kurdî kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyanîyekê weşand. KNKê di daxuyanîya nivîskî de banga parastina kurdî kir. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyanîyekê weşand. Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNKê di daxuyanîya nivîskî de banga …

Bêtir »

Amerîka naxwaze Rûsya bê şermezarkirin

Amerîkaya ku bi Rûsyayê re muzakereyan dike, wê di qada dîplomasîyê de diparêze. Reutersê ragihand, Amerîka naxwaze pêşnîyazbiryareke Neteweyên Yekbûyî ku Rûsyayê şermezar dike, îmze bike. Amerîka naxwaze pêşnîyazbiryareke Neteweyên Yekbûyî (NY) ku tê de Rûsya tê şermezarkirin, îmze bike. Pêşnîyazbiryar bi minasebeta sêyemîn salvegera êrişa Rûsyayê ya bi ser …

Bêtir »

Li Peyasê bernameya “Bi Pênûsa Jinê, Zimanê Dayikê”

Li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan ya Şaredariyê Peyasê, bi wesîleya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê gotûbêj, helbestxwendin û destnîşana pirtûkan bi dirûşma “Bi Pênûsa Jinê, Zimanê Dayikê” hate lidarxistin. Bi hevkariya Meclîsa Jinan ya Peyasê û Gerînendehiya Polîtîkaya Jinan, li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan ya Şaredariyê Peyasê, bi wesîleya Roja Zimanê Zikmakî …

Bêtir »

Şandina qeyûm kiryareke ne demokratîk e

A.Rahman Çelîk Konseya Ewrûpayê bertek nîşanî desteserkirina Beledîya Wanê da. Konseyê got, heta niha 10 şaredar ji wezîfeyê hatine daxistin û dengên nêzîkî 4 milyon hilbijêran berhewa çû ne. Konseya Ewrûpayê ji bo desteserkirina Beledîya Wanê û ji wezîfeyê daxistina Şaredarê Wanê Abdullah daxuyaniyek belav kir. Daxuyanî ji aliyê hev-raportorên …

Bêtir »

Trump ji bo şer Ukraynayê sûcdar kir

Donald Trump ji Ukraynayê re got,  “divê we dest bi şer nekiriba.” Wateya van gotinan ev e, divê Ukrayna şertên Moskowê qebûl kiriba. Trump helwesta xwe ya li hember nerazîbûnên Ukraynayê hişktir dike. Lîderê Amerîkayê bersiveke tund da gazinên Zelenky ên derbarê hevdîtinên Amerîka û Rûsyayê de. Donald Trump got, …

Bêtir »

Mezlûm Ebdî lîderê HTŞê vexwend Rojava

A.Rahman Çelîk  Muzakereyên di navbera rêveberîya  Şamê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de dewam dikin. Mezlûm Ebdî ji bo rastiya herêmê bibîne, serokê demkî yê Sûriyê Ahmed Şara vexwend Rojava. Mezlûm Ebdî lîderê HTŞê Ahmed Şara vexwend Rojava. Serokê QSDê Ebdî ji bo serokatiya demkî pîrozbahî da Ahmed Şara …

Bêtir »

Munîh veguherî zemîna dijberîyê ya Amerîka-Ewrûpayê

Li Almanyayê 61. Konferansa Ewlekariyê Ya Munîhê li dar ket. Di konferansa 3 rojan de rakêşiya Amerîka û Ewrûpayê derket pêş. Cîgirê serokê Amerîkayê destpêka konferansê rexneyên tund li welatên Ewrûpayê kirin. Dawiya hefteyê 61. Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê li Almanyayê li dar ket. Konferansa 3 rojan dewam kir, lîderên …

Bêtir »

Rojava, Qendîl û Ewrûpa nameyên Ocalan girtin

Ocalan bi nameyên xwe Rojavayê Kurdistanê, Qendîl û dîyasporaya kurd tevlî proseya çekberdanê dike. DEM Partîyê ragihand, nameyên Ocalan gihîştîne her sê alîyan. Ocalan name ji Qendîli Ewrûpa û Rojavayê Kurdistanê re şandin. Derbarê vê mijarê de piştî Desteya Rêveberiya Navendî ya Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxunanîyek hat dayîn. …

Bêtir »

Şandeya Îmralîyê bi Barzanî re hevdîtin kir

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partîyê qonaxa yekemîn a hevdîtinên xwe tên li Başûr qedandin. Bi dûv hevdîtinên bi Mesûd Barzanî û Nêçirvan Barzanî re, şandeyê berê xwe da Silêmanîyê. Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li Hewlêrê di asta bilind de hevdîtinan kirin. Şandeyê di …

Bêtir »

Muzakareyên DYA û Rûsyayê dest pê dikin

A.Rahman Çelîk Amerîka û Rûsya dest bi muzakereyên aştiya Ukraynayê dikin. Amerîka di bazara bi Rûsyayê re ne hesabê Ûkraynayê dike û ne jî yê Ewrûpayê. Loma, Amerîka her du alîyan venexwend hevdîtina li Erebistana Siûdî. Rûsya û Ukrayna sibehê li paytex Riyada Erebistana Siûdî dest bi muzakereyên aştiyê dikin. …

Bêtir »

Çalakîyên girseyî ji bo Ocalan hatin lidarxistin

Girtina lîderê PKKê Abdulah Ocalan di salvegera 26. de hat protestokirin. Rojavayê Kurdistanê û welatên li Ewrûpayê bûn navendên çalakîyên girseyî. 100,000 li Strasbourgê komploya li hember Ocalan protesto kirin. Girtina Abdulah Ocalan a ji alîyê dewleta tirk ve di salvegera 26. de li Kurdistan û cîhanê hat protestokirin. Wekî …

Bêtir »

Ewrûpa derîyên xwe li koçberan digire

Ewrûpa koçberan bi darê zorê ji ser sînorên xwe vedigerîne. Par ji 120,00î zêdetir koçber û penaber li ser sînorên Yekitîya Ewrûpayê hatin vegerandin. Ewrûpa koçberan bi darê zorê ji ser sînorên xwe vedigerîne. Par ji 120,00î zêdetir koçber û penaber li ser sînorên Yekitîya Ewrûpayê hatin vegerandin. Rapora dawî …

Bêtir »

Bernameyeke akademîk a li ser jinên kurd

Necat Ayaz Aktîvîzma jinên kurd li Belçîkayê bû mijara bernameyeke du rojan. Bername bi hevkarîya Enstîtuya Kurdî ya Brukselê hat lidarxistin. Akademîsyenên tevlî çalakîyê bûn, encamên lêkolîna xwe ya li Kurdistanê parve kirin. Li Belçîkayê aktîvîzma jinên kurd bû mijara bernameyeke akademîk. Bername rojên 12 û 13ê sibatê li navçeya …

Bêtir »

Bloqaja partîyên îspanyolîst a li Katalonyayê

Serdestîya partîyên îspanyolîst bandora xwe ya di Katalonyayê gav bi gav nîşan dide. Parlamentoya Katalonyayê pêşnîyaza misogerkirina katalanî ya di perwerdeyê de red kir. Arîtmetîka Parlamentoya Katalonyayê bandoreye neyênî polîtîkaya ziman dike. Partîyên serxwebûnxwaz di hilbijartina par de li parlamentoyê piranîyê winda kirin. Ev jî dibe sebeb, desteka polîtîk a …

Bêtir »