Amerîka û Rûsya li Riyadê dest bi muzakereyên teknîkî kirin.
Mijarake sereske ya hevdîtinan bazirganîya zad a bi rêya Deryaya Reş e.
Moskowê di 2022an de ji Peymana Zad a bi Ukraynayê re vekişîyabû.
Muzakereyên aştiya Ukraynayê li paytex Erebistana Siûdî berdewam dikin.
Amerîka û Rûsyayê niha jî dest bi muzakereyên teknîk kirin.
Heyetên Rûsya û Amerîkayê yên ji pisporan pêkhatî li Erebistana dest bi muzakereyên teknîk kirin.
Muzakereyên her du welatan li paytext Riyadê tên lidarxistin.
Mijarake sereske ya hevdîtinan bazirganîya zad a Deryaya Reş e.
Eger li hev bê kirin, wê Ukrayna dîsa bi rêya Derya Reş dest bi firotina berhemên çandiniyê bike.
Tevî daxuyanîyên kêfxweşîyê jî li ser mijarê hîn li hev nehatîye kirin.
Amerîkayê dawiya hefteyê piştî hevdîtina bi Ûkraynayê re bi Rûsyayê re hevdîtin pêk anîbû.
Amerîka hewl dide ji bo pevçûna di navbera Moskow û Kîewê de bê çareserkirin Kremlînê qanih bike.
Rûsya ji peymanê vekişîyabû
Hewldana Zad a Deryaya Reş di sala 2022yan de bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyê dest pê kiribû.
Bes hewldan zêde temendirêj nebibû û peymana hatibû morkirin, têk çûbû.
Moskowê bi hinceta êrişa bi ser baregeha li Sebastopolê, di heman salê de ji Peymana Zad a Ukraynayê vekişîyabû.
Infowelat
—————————————-
Foto: Nexşeya Derya Reş