Amerîka navbeynkarîya Rûsya û Ukraynayê kir

Li Erebistana Siûdî hevdîtinên muzakereyên agirbesta Ukraynayê hebûn.

Heyeta Amerîkayê hem bi Ukraynayê û hem jî bi Rûsyayê re hevdîtin pêk anî.

Muzakereyên agirbesta Ukraynayê, dawiya hefteyê li paytext Riyada Erebistana Siûdî dewam kirin.

Heyeta Amerîkayê di heman wextê de bi heyetên Ukrayna û Rûsyayê re hevdîtin pêk anîn.

Washington hewl dide şerê li Ukraynayê bo demekê bide sekinandin û paşê jî paymaneke aştiyê ya berfireh pêk bîne.

Bes rêveberiya Kîewê fikarên xwe tîne ziman û destnîşan dike ku ji ber sedema alîgiriya Rûsyayê, baweriya ji Rêveberiya Washingtonê şikestiye.,

Serdemeke nû ya têkilîyan DYA-Rûsyayê

Muzakereyên aştiya Ukraynayê di têkîliyên dîplomatîk ên Amerîka û Rûsyayê de serdemeke nû da destpêkirin.

Li pêyî gotinên serok Donald Trump û hin rayedarên din ên Amerîkayê, nûnerê taybet Steve Witkoff jî beriya hevdîtinan pesnê serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn da û got kesekî “gelekî zîrek” e.

Amerîka ji bo agirbestê qebûl bike zextan li Ûkraynayê dike.

Rûsya nalezîne

Civîna di navbera Amerîka û Ukraynayê de derengê şevê bi dawî bû.

Wezîrê Parastinê Rustem Umerov destnîşan kir enerjî jî di nav de li ser gelek mijarên girîng rawestiyane.

Pê re jî got: “Em hewl didin aştiyeke adilane ya mayînde pêk bînin.”

Lê belê, Rûsya bi qasî Ukraynayê hewl nade, wekî ku eceleya wê tuneye, muzakareyan bi giranî dide meşandin.

Peskov: Hîn em li serî ne

Bedevkê Kremlînê Dmitry Peskov hêviyên heyî yên vê babetê şikand.

Dmitry Peskov ji televizyona dewletê ya Rûsyayê re got: “Hîna em li serê rê ne. Ji bo bigihîjin encamê gelek tişt hene bên kirin.”

Li aliyê din, muzakereyên heyî êrîşên Rûsyayê nedan sekinandin.

Rûsyayê dawiya hefteyê bi dronan êrîş bir ser paytext Kîewa Ukraynayê.

Di encamê de zarokeke 5 salî jî di nav de, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Foto: Nûnerên Amerîka û Rûsyayê yên beşdarî hevdîtina li Riyadê bûn. 

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …