Newroza 2025an li çaralîyê Kurdistanê û li dîyasporayê hat pîrozkirin.
Temaya sereke ya çalakîyan li gorî parçeyên Kurdistanê û hêza polîtîk a pêşengîyê ji bernameyan re kirin, guherî.
Newroza 2025an li çaralîyê Kurdistanê û li dîyasporayê hat pîrozkirin.
Îsal rojhilatê Kurdistanê bi beşdarîya girseyî û çalakîyên cihêreng ên çandî balê kişand ser xwe.
Herêma federal a Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê wekî du herêmên azad îsal jî ji Newrozê re malovanîyê kirin.
Rewşa nezelal a bi nameya Ocalan a ji bo çekberdan û aştîyê dest pê kir, bandoreke negatîf li pîrozbahîyên li bakurê Kurdistanê, metropolên Tirkîyeyê û Ewrûpayê kirin.
Îsal bajarê Almanya Kolnê bi beşdarîya ji kurdistanîyên xwedî îdeolojî û partîyên cuda balê kişand ser xwe.
Rojhilatê Kurdistanê
Bajarên rojhilatê Kurdistanê bi girseyî tevlî pîrozbahîyên Newrozê bûn.
Mahabad, Sanandaj, Saqiz, Kirmaşan, Ormîye û Bokan bûn bi beşdarîya mezin, pêşengîya pîrozbahîyan kirin.
Dewleta Îranê di dema Newrozê kontroleke şidandî li Kurdistanê meşand.
Azerîyên li Ormîyeyê ji ber coşa Newrozê êriş birin ser gel.
Ji ber qedexeyên li ser çalakîyên polîtîk, Newroza li Rojhilat veguherî berxwedana çandî.

Başûrê Kurdistanê
Pîrozhahîyên fermî li başûrê Kurdistanê hatin lidarxistin.
Akreya bi ser Dihokê ve malovanîyê ji pîrozbahîya herî mezin re kir.
Li derdora 90,000 kes beşdarî Newroza Akreyê kirin.
Gelek kurdên dîyaspora û yên parçeyên din ên Kurdistanê jî beşdarî Newroza Aqreyê bûn.
Hewlêr, Silêmanî û Helebçe jî bûn bajarên din ku pîrozbahîyên mezin lê hatin lidarxistin.
Dewlemendîya folklor û muzîka kurdî di bernameyan de derketin pêş.
Rojavayê Kurdistanê
Rêveberîya Rojavayê Kurdistanê wekî salên berê pêşengîya pîrozbahîyan kir.
Bi dehezaran kes li bajarên Rojava tevlî pîrozbahîyan bûn.
Qamişlo, Kobanê û Hesekê bi beşdarîya mezin a welatîyan balê kişandin ser xwe.
Gelek ji welatîyên ereb, suryanî û komên din ên etnîk jî tevlî pîrozbahîyan bûn.
Îsal hêrsa li hemberê êrişkarîya Tirkîyeyê û daxwaza ji bo aramîya Rojava mora xwe li bernameyan xistin.
Bakurê Kurdistanê
Newroz li gelek bajarên mezin ên bakurê Kurdistanê hat pîrozkirin.
Li Amed, Batman, Wan û Sêrtê çalakîyên girseyî hatin lidarxistin.
Amed wekî hersal bi beşdarîya sedehzaran kesan bû navenda bernameya herî girseyî.
Stenbol din ava metropolên Tirkîyeyê de ji alîyê tevlîbûnê di rêza yekemîn de bû.
Ji bilî Stenbolê, li Aydin, Tekirdag, Çanakkale, Hatay, Bûrsa, Eskîşehîr û Konyayê jî pîrozbahî hatin lidarxistin.
Di pîrozbahîyên li Kurdistan û Tirkîyeyê di bin banê slogana “Azadîya Ocalan” û “Civaka Demokratîk” hatin lidarxsitin.

Ewrûpa
Pêşengîya piranîya bernameyên girseyî yên li Ewrûpayê ji alîyê komeleyên li dora tevgera kurd ve hat kirin.
Fransa, Brîtanya, Almanya, Swîsre, Swêd û Belçîka ji bernameyên girseyî re malovanîyê kirin.
Li hin welatan siyasetvanên enternasyonlîst jî tevlî bernameyan bûn.
Bi taybetî, beşdarîya serokê berê yê Partîya Kedê yê Brîtanyayê Jermy Cornby a di pîrozbahîya li Londonê balê kişand.
Wekî li Kurdistanê, di bernameyên li Ewrûpayê jî bi slogana “Azadîya Ocalan” û “Civaka Demokratîk” hatin lidarxistin.

Koln
Îsal bajarê Almanya Kolnê hem ji alîyê organîzatoran hem jî ji alîyê beşdarîya mezin ve balê kişand ser xwe.
Bernameya li Kolnê ji alîyê Konfederasyona Dîyasporayê ya Kurdistanê hat lidarxistin.
Konfederasyonê radigihîne, ew hemû parçeyên Kurdistanê temsîl dike.
Li derdora 50,000 kesên ji çarlalîyê Kurdistanê tevlî bernameya li Kolnê bûn.
Şaredarê Kolnê Ralph Elsterê jî tevlî bernameyê bû û ji beşdaran axaftinekê kir.
Infowelat
—————————————–
Fotoyê sereke: Bernameya Newrozê ya li Amedê