Rewşenbîrên kurd ji bo banga Ocalan çi gotin?

E-kovara Kurdistan li ser banga Abdulah Ocalan a çekberdanê, bidawîkirina PKKê û pêşnîyaza wî ya ji bo “civaka demokratîk” ji bo çareserkirina meseleya kurd re bi dîtinên rewşenbîrên kurd diweşîne. Hûn ê di vê nivîsê de dîtinên 6 rewşenbîran bikaribin bixwînin.

Gunay Aslan: Talebên dewletê hatin qebûlkirin

Modelên polîtîk ên çareserîyê yên PKK demeke dirêje dixwaze hene. Ocalan tenê nabêje çekan berdin lê dibêje bila dest ji daxwazên xwe jî berdin.”

Rojnamevanê Gunay Aslan bi gotinên “meşrûîyeta PKKê jî heye” rexne li nameya Ocalan kir ku hebûna partîyê bi tenê bi mercên di dema Şerê Sar ve girê dide.

Di berdewamîya bernameya xwe ya di Youtubeê de Aslan wiha axivî: “Em dizanin polîtîkayên Komara Tirkîyeyê sebebên esasî ne. Mafên kurdan ên însanî, neteweyî û demokratîk ên hatine xespkirin hene ku heta niha nehatine dayîn. Ji ber ku ev maf nehatine dayîn, kurd xwedî kevneşopîyeke domandina serhildanan e. PKK xeleka dawî ya herî dirêj û herî bi şîdet a serhildanan e. Loma jî bi vê daxuyanîyê rewabûna PKKê tê şêlûkirin.”

Rojnamevanê kurd şîroveya xwe ya banga dawî wiha dom kir: “Duyemîn, modelên polîtîk ên çareseerîyê yên PKK demeke dirêje dixwaze hene. Ocalan tenê nabêje çekan berdin lê dibêje bila dest ji daxwazên xwe jî berdin.”

Aslan bi van gotinan rexne ji destjêberdana daxwazên ji dewletê kir: “PKK heta çendekî berê jî digot ‘ji Kurdistanê re xweserîya demokratîk ji Tirkîyeyê re demokrasî.’…Kurd di encam de ji bo vê, çareserîya modela polîtîk jî diafirînin. Ev model niha xweserî ye, modela xweserîya demokratîk e. Modeleke ku kurd bi saya wê kêmzêde li cografyaya xwe dibin xwedî gotin. Lê wekî min got, wisa xuyaye Ocalan di vê mijarê de taleben ji alîyê dewletê ve hatîye daxwazkirin, qebûl kirîye.”

Aslan sebeba ka çima Ocalan wiha tevdigere de, wiha axivî: “Ev yek ji ber ku Ocalan li wir êsîr e, wiha ye. Em ê binêrin ka PKKê wê di rojên bê de çi bike. Ne mimkûne PKK dest ji daxwazan berde. Zemîna vê yekê tune ye.”

Cemîl Denlî: Em neteweyek in!

Em neteweyek in û mafê me jî wek her neteweyê heye ku serbixwe bin. Heger îroj îmkan tune bin jî hedefa me ya dawîn ew ê ev be û wê li gorî vê hedefê jî pêşniyazên kesên Kurdistanî diyar bibin.

Jixwe kurdistaniyekî-yeka normal divê dilxwazê self-determinasyona Kurdistanê be. Em neteweyek in û mafê me jî wek her neteweyê heye ku serbixwe bin. Heger îroj îmkan tune bin jî hedefa me ya dawîn ew ê ev be û wê li gorî vê hedefê jî pêşniyazên kesên Kurdistanî diyar bibin. Lewma divê teqez ax bi awayekî bê binavkirin. Yanî di nava vê peymanê de cî, herêm werin kifşkirin. Federasyon, xweserî her çi bin. Le dema ku tu bêjî demokrasî wê çaxê tu dahatuya Kurdistanê heta bi hetayê dixî xeterê; rêya azadiyê -ya bêhawe dirêj dikî ya jî- bi temamî digirî. Ev fikra Ocalan e ku dibêje dema neteweyan bihuriye.

Di şert û mercên bakurê Kurdistanê de, heger tu wek meseleyeke demokrasiyê lê binêrî, berî her tiştî di hundirê vê demokrasiyê de jî tu divê amadekarîya tekoşîneke dem û dirêj bikî. Ji ber ku kurd roj bi roj, kêlî bi kêlî tên bişaftin. Tenê ji bo ku kurd ji bin vê bişaftin û xerabûna civakî ya dagirkerî derkevin, belkî serxwebûneke bi qasî 150 salan lazim be.

Meseleya destekdanê jî ez weha rave bikim: Berî her tiştî ez ne li dijî banga Ocalan im û ez piştgiriya wê jî nakim. Him ji ber ku ez nizanim sînorê bangê çi ye û ne çi ye û him ji ber ku xwediyê vê bangê dîl e di destê dagirkeran de. Lewma beriya her tiştî bang ji KCK, PKK bihata bersîveke min ê hebûya. Le ez ji sala 1999an rast nabînim ku kurd ji hundirê girtîgehê bêne birêvebirin. Ev yek nayê wê maneyê ku Ocalan kesekî ne têra xwe zana û entellektul e. Ji ber ku kesekî dîl e.

Li ser ruyê dinyê tenê miletek heye ku bi her hawî dijminê Neteweya Kurd e. Ew jî ew neteweyên ku ji ber şûr e Şahînşahiya Osmanî mane, neteweya bêkok e. Kurd heta ku bikaribin divê ji wan bi dûr bikevin. Bav û kalê me tecrubeya hezar salî ji me re vegotiye: Bextê Romê tune ye!

Kakşar Oremar: Ez bi xweşbînî li meseleyê dinêrim

Ez xweşbînî li meseleyê dinêrim. Em hezar sal jî şer bikin, dawîya dawî em ê li hev werin. Di van salan de hemû tişt hatin guherandin. A giring, em jî xwe biguherînin û rûpeleke nû wekin.

Ez bi xweşbînî li meseleyê dinêrim. Em hezar sal jî şer bikin, dawîya dawî em ê li hev werin. Di van salan de hemû tişt hatin guherandin. A giring, em jî xwe biguherînin û rûpeleke nû wekin. PKKya salên 1980yan nikare di 2025an de jî bi heman awayî bidomîne.

Gelek projeyên Tirkîyeyê jî têk çûn. Tevî ku serok Ocalan hat girtin jî PKK ji holê ranebû. Ji ber ku di nava gel de cî girtibû. Di vê dîroka berxwedanê de rola Ocalan sereke ye. Îro jî ew dibe ku ew dizane ku hinek guherandinan çêbike, belkî hin destkeftîyan biparêze. Di nameya wî de qala girîngnebûna federalîzm û xweserîyê tê kirin. Heta niha PKK çend caran agirbestê yekalî ragihand, hevdîtin çêbûn lê dewleta tirk tu gav navêt. Ez fikir dikim ku serok Ocalan sîstema dewletê baş dinase û loma nameyeke wisa nivisî. Vê yekê jî di lîstika şetrencê de destê Kurda bilind kiriye û topa Kurda di erdê dewleta dagîrkera Tirkiyê de ye. Lê ez baş dizanim ku ev prose jî yê rastî şikestinê bê. Dewlta tirk amadekarîyek nekirîye û tu pêngavekê navêje. Hîn zimanê kurdî di parlamentoyê de qedexe ye, tu girtî nehatine berdan û daxwazên serok Ocalan nehatine bersivandin. Di warê gotara aştîxwazîyê de jî destê kurdan li pêş e.

Eger Tirkîye di makezagonê de hebûna kurdan qebûl neke, ev ê nîşan bide wê tu gav neyêne avêtin. Bi ya min, divê navê erdnîgarîya kurdan jî dîyar bibe, navê wê hebe ku Kurdistane. Di warê ziman de divê kurdî li bakurê Kurdistanê bibe zimanê perwerdeyê û li rex zimanê Tirkî zimanê yekê yê xwendinê be. Serok Ocalan di nameya xwe de dibêje divê dewleta tirk hin gavên hiqûqî û demokratîk bavêje. Bi ya min, qesda rêzdar Ocalan ev tişt in. Di vê serdemê de tu kes nikare tiştên ku me bi dest xistine ji destê me bistînin û pêre jî yê destkeftên mezintir bi destê doza Kurdan ve bên.

Firat Aydinkaya: Reform wê li gorî felsefeya Zîya Gokalp bên kirin

Wisa xuya ye, reform wê li ser bingeha felsefeya Ziya Gokalp ku kurdan wekî bira qebûl dike tevbigere. Soz tên dayîn, wê birînên di dîroka kurd-tirkan de pêk hatine bên cebirandin û nasnameya tirkbûnê bê guherandin.

Firat Aydinkaya li ser banga Ocalan ji Hemahengê re axivî. Teorîsyenê kurd di hevpeyvîna xwe de got, naveroka nameya Abdulah Ocalan bi peyva “veguherînê” pênase kir. Aydinkaya ji bo banga Ocalan gotina “demîlîtarîsyona kurdan” bi kar anî û got “li Bakur şîdeta mîstîk a kurdan herî kêm 10 sal in zirarê dida kurdan.”

Tevî vê jî Aydinkaya dîyar kir, “dibe ku divê em nîqaşa li ser ka Ocalan di berdêla çi de dixwaze çekan berde bikin?” Teorîsyenê kurd bi van gotinan îşaret bi xetereyê kir: “Eger mebest ji vê, bi şikandina daxwazên kurdan, mafên kolektif ên kurdan û veguherandina hemû dînamîkên têkoşînê di sindoqên hilbijartinê de wekî dengên konvansiyonel ên ji bo komareke baştir be, eger dawî li doza kurdan bê anîn û utopyaya wekhevî û azadîyê ji bo pêşxistina sedsala duyemîn a komarê bê bikaranîn, wê qebûlkirina vê stratejîyê ji alîyê kurdan ve ewqas ne hêsan be.”

Aydinkaya li ser destjêberdana hin daxwazan vê got: “Doza kurd ji mafê dîyarkirina qedera xwe, ji paradîgmaya xwerêvebirinê bêpar bê hiştin û li bende edaleta mekanîzmayên qanûnî yên netew-dewletê bê hiştin, -niyet ne wiha be jî- wê kurdan tena serê xwe bike muxatabê polîtîkayên hiqûqa kêmaran a liberalîzmê û endustrîya mafên mirovan a wê.”

Aydinkaya gotinê anî ser plansazîya Tirkîyeyê û wiha axivî: “Wisa xuya ye, reform wê li ser bingeha felsefeya Ziya Gokalp ku kurdan wekî bira qebûl dike tevbigere. Soz tên dayîn, wê birînên di dîroka kurd-tirkan de pêk hatine bên cebirandin û nasnameya tirkbûnê bê guherandin.” Aydinkaya bi vê pirsê bersivê da vê hewldanê: “Ê baş e, heta niha tu kes bihîstîye tirkbûn qasî misqalekî xwe guherandîye?”

Îbrahîm Xelîl Taş: Ya esas ne sînor e lê venasîn e

Di vir de ya esas ew e ku hemû netewe bi çand, ziman û nasnameyên xwe bên nasîn, mafên wan ên xwezayî di qanûna bingehîn û qanûnên pê ve têkildar de bên mîsogerkirin.

Ez wekî xebatkarekî Komeleya Mezopotamyayê piştgiriyê didim banga rêzdar Ocalan. Ev bang hemû hincetên di destê dewlet û desthilatdariyê de ji dest wan digire û rê li ber çareseriyê vedike. Li gori paradîgmaya Neteweya -Demokratîk bêyî ku navekî netewî bê lêkirin an jî sînorek bê xêzkirin, çareserkirina pirsgirekên etnîk û olî pêkan e. Ya esas avakirina wekhevî û azadiyê ye. Mînak; bi rêya demokratîkirina dewletê her bajar dikare xwe bi rê ve bibe. Li şûna waliyên mîna nemrûdan bila erkên şaredariyan bên zêdekirin. Bila perwerdehî bi rêveberiyên herêmî ve bê girêdan û hwd. Di vir de ya esas ew e ku hemû netewe bi çand, ziman û nasnameyên xwe bên 

nasîn, mafên wan ên xwezayî di qanûna bingehîn û yên din de bên mîsogerkirin. A esas venasîna hiqûqî û siyasî ye.

Meseleya me kurdan di esasê xwe de înkar û tunehesibandin e. Nasnekirin û ferminekirina kurdî ye. Ger zimanê kurdî wekî zimanekî fermî bê qebûlkirin û ji pêşdibistanê bigirin heta zanîngehê di her astê de perwerdehiya bi kurdî bê qebulkirin, wê heman maf li hemû bajarên Kurdistanê û li herêmên rojavayê Tirkîyeyê jî bê bikaranîn. Ji bo vê, xêzkirina sînorekî ne hewce ye. Dema sînor neyê xêzkirin wê Kurdistan û mafên kurdan ji navê ranebin.

Digotin “Heke ev şer nebûya, wê dewletê meseleya kurd çareser kiriba. Dewlet ne bi kurdan re, bi PKKê re şer dike…” Rêzdar Ocalan ev hinceta wan ku dewlet û civaka nîjadperest ji xwe re kiribûn rik ji destê wan girtin.

Di vê bangê de rexnedanek heye, banga xwe guherandin û veguherandinê heye, banga bi rê û rêbazeke nû xwe ji nû ve avakirin û têkoşîna ji bo mafê kurdan, ji bo wekhevî û azadiyê heye.

Hogir Berbir: Çekdanîn ne bidawîkirina têkoşînê ye

Di serî de divê ez bêjim, sosyolojiya kurdan a li bakurê Kurdistanê rê nade şoreşek. Tekoşîna azadî û wekheviya civakî, mijareke hişmendiyê ye ne mijarek bi şiklê îdarî ve girêdayî ye.

Bi banga birêz Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de ji raya giştî hate parvekirin, berê nîqaşan careke din da ser xwe û gotinên di metnê de derbas bûne bû hincet ku bêne nîqaş kirin.

Di serî de divê ez bêjim, sosyolojiya kurdan a li bakurê kurdistanê rê nade şoreşek. Tekoşîna azadî û wekheviya civakî, mijareke hişmendiyê ye, ne mijarek bi şiklê îdarî ve girêdayî ye. Çekdanîn jî nayê maneya bidawîkirina tekoşînê.

Wekî din; birêz Abdullah Ocalan û PKK ji vê rastiya sosyolojîk wêdetir, rewşa cîhana Rojhilata Navîn û Rojava li ber çavan derbas dike. Îro li Rojhilata Navîn geşedanek gelek mezin heye, gelek dewlet hatine hilweşandin û gelek jê jî li ber hilweşandinê ne. Di rewşek wiha de li Rojava kurdan bêhnek stendiye û dixwaze ev bêhn domdar be.

Li alîyekî din, eger gelê kurd vê dewletê wek dewleta xwe bibîne ku dibîne jî û di nav de hatiye helandin; dev jê naqere, di pêvajoke ku çek li paş bimîne, siyaset derkeve pêş de, wê rê ji gelek daxwazên dinê re veke, da ku bêne qebûl kirin.

Bi vê re jî gelek netew, nijad û kêmneteweyên din jî ku li Tirkiyeyê heliyane-an li ber helandinê ne, ji bo bêhnê bistînin û hebûn û xwebûna xwe diyar bikin, derfetek tê hilberandin û rê vedike. Di rewşek wiha de an dewlet wê bibe bersiv an jî bi têkçûnê re rû bi rû bimîne. Konjonktura cîhana nûha li Rojhilata Navîn vî tiştî bi xwe re dihewîne û dide kirin. Ji ber vê ji bo gav avêtinê, li gor şert û mercên têne guhertin, hin tişt hene ku mirov ecele neke û li gor wê tev bigere, baştir e. Fikr û raman ne zelal be jî, di demên pêş de kiryar zelal dike.

Nivîs di hejmara 19. a Kurdistanê de hatîye weşandin. 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …