A.Rahman Çelîk
The Jerusalem Postê bi nûçeuyeke xwe mijara êzdîyên winda anî rojevê.
Rojnameyê di vê sernivîsa xwe de pirsa “Kesên winda li ku tên girtin?” kir.
Rojnameya Îsraîlê The Jerusalem Postê piştî deh salên êrîşa DAÎŞê ya Şengalê, mijara jin û zarokên keç ên kurdên êzîdî dîsa anî rojevê.
Rojnameyê dibêje, van kesên winda li ku tên girtin?
The Jerusalem Postê destnîşan kir ku toreke gerdunî ya ji aktivîst, kesên ji êrîşên DAÎŞê rizgar bûne û dilxwazan pêkhatî li van kesan digerin.
Bes tevî ku ji ser terora DAÎŞê deh sal derbas bûne jî, hîna jî bi hezaran jin û zarokên keç ên wenda nehatine dîtin.
DAÎŞê di sala 2014’yan de êrîş biribû ser herêma Sîncarê û li dijî kurdên êzîdî yên herêmê qirkirin pêk anîbû.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên parastina êzîdiyan, tê payîn ku wê demê zêdetirî 3 hezaran êzîdî hatine kuştin û zêdetirî 6 hezar û 800 kes jî hatine revandin.

3,000 êzdîyên winda
Rêxistina Azadiya Êzîdiyan destnîşan dike ku ji vê hejmarê revandiyan, aqûbeta nêzî 3 hezaran hîna jî nayê zanîn.
Rêxistin dibêje gelekên wan li Rojhilata Navîn an dîl tên girtin an jî wan dane ber destê malbatên têkîlî DAÎŞê.
Rêxistin tevî ku alîkariyê dide kesên ji zilma DAÎŞê rizgar bûne, hewl dide bi rêya fotografên ji malbatên wan hatine stendin jin û zarokên keç ên dîl tên girtin tespît bike û wan dîsa bigihîjîne malbatên wan.
Bes salên derbasbûyî vê hewildanê zehmettir dike.
Dîrektora rêxistinê Perî Îbrahîm vê zehmetiyê weha dibêje:
“Deh salên bihûrî wech, şikl û şemalê mirovan gelekî diguherîne. Fotografên li ber destê me, beriya hatine revandin hatine kişandin. Vê yekê jî karê me gelekî zehmet dike. Bes tevî zehmetiya berhevdanê, dîsa jî em dev ji dîtina wan bernadin.”
Xebatên lêgerînê li nav Iraq, Sûriye, Tirkiye û herêmên din berdewam dike.
Foto: Komeke jinên êzdî yên xizmên wan hatine windakirin