Dadgeha Gelan a Rojava Tirkîyeyê sûcdar dît.
Şandeya dadgehê di biryara xwe de got, Tirkîye sûcên şer kirîne.
Dadgeha Gelan a Rojava biryara xwe ya derbarê Tirkîyeyê de eşkere kir.
Daxuyaniya çapemeniyê ya dadgehê li Parlamentoya Ewrûpayê ya li Brukselê hat lidarxistin.
Şandeya dadgehê, parêzer, siyasetmedarên kurd ên li Ewrûpayê, parêzvanan mafan û hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed tevlî daxuyanîyê bû.
Di biryara 80 rûpelî de êrîşên li ser herêmên sivîl, êrîşên li dijî sivîlan û gelek sûcên şer ên li hember Rojava cî girt.
Dadgehê di biryara xwe de van rêveberên tirk sûcdar dît:
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, musteşarê MÎTê yê wê demê Hakan Fîdan, Wezîrê Fermandariya Giştî yê demê Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Hewayî yê demê Umît Dundar sûcdar hatin dîtin.
Naveroka biryarê
Hin alîyên herî giring ên naverokê biryarê wiha ye:
- “Şandeyê biryar daye ku midaxaleyên leşkerî yên ku Tirkiyeyê li herêma Rojava ya li bakurê Sûriyeyê pêk anîne, li gorî biryara 3314 a Desteya Giştî ya NYê sûcên êrîşan e.”
- Tirkiyeyê ji sala 2016an ve li dijî Rojava 3 operasyonên leşkerî yên mezin pêk anîne (Firat Kalkani, Zeytîn Dali, Bariş Pinari) û di encama van operasyonan de li herêmên Efrîn, Tel Abyad, Serêkaniyê û El-Bab rewşeke dagirkeriyê ya demdirêj çêbûye. Ev pratîkên leşkerî, mafên serweriya Sûriyeyê binpê kiriye û ji bo aştiya navneteweyî bûye gef.
- “Heyet tespît kir ku Tirkîye û komên çekdar ên bi piştgirîya Tirkiyeyê sûcên şer ên Xala 8.a Statuya Romayê kirine.”
“Ev sûc wiha ne: Bombebarankirina nexweşxane, dibîstan, binesaziya avê û hedefên sivîl ên din.
Bikaranîna çeka kîmyewî: delîlên bikaranîna fosfora spî di Cotmeha 2019’an de li Tel Abyad û Serêkaniyê.”
“Piştî dagirkirina Efrînê zêdeyî 200.000 Kurd ji herêmê hatine derxistin. Hatiye raporkirin ku xak û milkên Kurdaên ên li herêmên dagirkirî ji aliyê komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyê ve hatine desteserkirin.”
Pêşnîyazên dadgehê
Dadgeha Gelan a Rojava di dawîya biryara xwe de vê pêşnîyaz kir:
“Tirkiye dawî li dagirkeriya xwe ya li Rojava bîne û ji bo ku ji herêmê xwe vekişîne divê zexta navneteweyî were zêdekirin. Ji bo ku rayedarên paye bilind ên Tirkiyeyê li pêşiya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî were darizandin, divê hewldan werin kirin. Kirinên aborî û siyasî yên li dijî Tirkiyeyê divê werin zêdekirin. Ji bo ku NY û YE’yê binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojava bi awayekî serbixwe lêkolîn bikin û rapor bikin, divê komîsyoneke taybet were avakirin.”
Infowelat
———————————————
Foto: Daxuyanîya çapemenîyê ya Dadgeha Gelan a Rojava