Denmark: Zexta Amerîkayê nayê qebûlkirin

Serokwezîra Denmarkê serdana delegasyona amerîkî ya ji bo Greenlandê wekî “zexteke nayê qebûlkirin” pênase kir.

Di nava vê serdana surprîz û nerazîbûnan de, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance jî ragihand, ew ê serdana Greenlandê bike.

Trump dixwaze Greenlandê têxe bin kontrola Amerîkayê û serdana dawî girankirina zexta li ser giravê ji bo vê armancê tê qebûlkirin.

Meseleya serwerîya Greenlandê bi lez ber bi alozîyê ve diçe.

Vê carê serokwezîra Denmarkê Mette Frederiksen axivî.

Frederiksen serdana Usha Vanceê de û şêwirmendê ewlekarîyê yê Amerîkayê Mike Waltz a ji bo Greenlandê wekî “zexteke nayê qebûlkirin” pênase kir.

Lîdera Denmarkê wiha axivî:

“Eşkereye ku pêdivîya Greenlandê bi vê serdanê tune ye û pêdivîya Greenlandê pê tune ye. Loma jî em çiqas tolere bikin jî, ev bi tevahî zexteke nayê qebûlkirin a li ser Greenlandê, siyasetvanên wê û civaka wê ye. Lê di heman demê de zexteke li ser Denmark û kralîyeta wê ye jî.”

JD Vance jî diçe Greenlandê

Di nava vê serdana surprîz û nerazîbûnan de, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance jî ragihand, ew ê serdana Greenlandê bike.

Di vîdyoyeke di Xê de belav kir wiha xebera serdana xwe da:

“Serdana Ushayê ya Greenlandê ya vê înê gelek bi kelecane. Min jî xwest ev coş bi tenê nebe para wê û loma ez ê jî tevlî wê bibim.”

Ev gotinên qerfî yên JD Vance û serdana wî rewşa ber bi alozîyê ve diçe hin jî kûrtir kir.

Radyoya Denmarkê  di nûçeyeke xwe de cî da van gotinan:

“Serok Trump gelek cidî ye…Ew Greenlandê dixwaze. Loma jî serdan ji vê dawxwazê serbixwe nikare bê dîtin.”

Çima şandeya amerîkî diçe giravê?

Amerîka ragihandibû, delegasyoneke di bin pêşengîya hevsera Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance de roja pêncşemê wê biçe Greenlandê.

Paşê jî Washington xebera serdana şêwirmendê ewlekarîyê Mike Waltz a Greenlandê ragihandibû.

Serokwezîrê Greenlandê Mute B. Egede serdanê wekî kiryareke “têra xwe êrişkar” pênase kiribû.

Jens-Frederik Nielsenê ku tê payîn bibe serokwezîrê giravê jî serdanê ji bo serdanê peyva “bêrêzî”yê  bi kar anîbû.

Trump dixwaze Greenlandê têxe bin kontrola Amerîkayê û serdana dawî girankirina zexta li ser giravê ji bo vê armancê tê qebûlkirin.

Infowelat

————————————

Foto: Serokwezîra Greenlandê Mette Frederiksen 

Greenland ji serdana Usha Vanceê nerazî ye

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …