A.Rahman Çelîk
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku çend roj in di çav de bû, hat girtin.
Protestoyên li hemberê girtina Îmamoglu li Stenbolê berdewam dikin.
Hem Konsey û him jî Parlemana Ewrûpayê bertek nîşan dan.
Lîrayê Tirkiyê li dijî zêr û pereyên biyanî nirx winda kir, dolarê Amerîkayê 42 lîra û euro jî 45 lîra derbas kirin.
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi biryara dadgehê hat girtin.
Tevî ku 4 roj qedexeya protestoyan heye jî protestoyên li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin A Stenbolê ya berdewam dikin.
Protestoyên li dij girtina Ekrem Îmamoglu heta derengê şevê dewam kirin.
Serokê CHPê Ozgur Ozel û Dîlek Îmamoglu xitabî girseyê kirin.
Ozgur Ozel binçavkirina Şaredarê Stenbolê wekî hewildanan derbeyê pênase kir, got: “Dixwazin bi derbeya darazê dest dayînin ser îradeya gel.”
Ekrem Îmamoglu ji demekê ve ye wekî namzetê serokomariyê yê Partiya CHPê derdikeve pêş.
Çima Îmamoglû hat girtin?
Di hilbijartina pêş a serokomariya Tirkiyê de, wekî reqîbê herî xurt ê serokomarê Tirkîyeyê Tayib Erdogan tê pênasekirin.
Piştî ku Ekrem Îmamoglu namzetbûna xwe ya serokomariyê eşkere kir, zextên li dijî wî jî zêde bûn.
Wekî gava ewil, Zanîngeha Stenbolê bi biryareke bêhiqûqî, tevî Ekrem Îmamoglu, dîplomayên 28 kesan bi hinceta “xete hatiye kirin” betal kir.
Zanîngehê di biryara xwe de got, sala 1990î dema derbasî Zanîngeha Karsazkirinê bûne, bêusûlî hatiye kirin.
Lê belê biryara Zanîngeha Stenbolê wekî biryareke siyasî ya dewama zextên desthilata Tayyib Erdogan tê dîtin.
Piştî betalkirina dîplomayê, Serdozgeriya Stenbolê ket nava hereketê, bi hinceta ku “di belgeya fermî de sextekarî kiriye” wî xist bin çav.
Tevî dîplomayê, serdozgerî destega platforma “lihevkirina bajêr” a ji bo hilbijartinan jî dike hincet û sûcdariya “lîderê rêxistina sûç” li Ekrem Îmamoglu dike.
Şaredarên Şîşlî û Beylikduzuyê
Herweha, tevî wî, Şaredarê Şîşliyê Resul Emrah Şahan û Şaredarê Beylikduzuyê Mehmet Murat Çalik jî di nav de, bi “operasyona şeveqê”, ji sedî zêdetir kes bi vê hincetê hatin binçavkirin.
Vê yekê jî nîşan dide ku dîploma bahane ye.
Bawerî heye ku Tayyib Erdogan platforma “lihevkirina bajêr” wekî xetereya herî mezin a li djî xwe dibîne.
Dixwaze tifaqa ku Kurdan bi partî û saziyên demokrat ên Tirkiyê re daniye, ji hev belav bike.
Hêjayî gotinê ye: Darazê çendek berê “lihevkirina bajêr” kiribû hincet û li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan lêpirsîn dabû destêkirin û gelek kes binçav kiribû.
Pêvajoya bêhiqûqî ya li Tirkiyê ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê ve hat rexnekirin.
Ewrûpa bertek nîşan da
Hem Konsey û him jî Parlemana Ewrûpayê bertek nîşan dan.
Seroka Komisyona Ewrûpayê Ursula von der Leyenê bi daxuyaniyekê, binçavkirina Ekrem Îmamoglu wekî “endîşeya gelekî mezin” pênase kir.
Ursula von der Leyenê hişyariya demokrasiyê da û daxwaz kir ku rêveberiya Tirkiyê girêdayî nirxên Ewrûpayê bimîne.
Aborî şikestin xwar
Girtina Ekrem Îmamoglu bandoreke mezin li ser aboriya Tirkiyê kir.
Lîrayê Tirkiyê li dijî zêr û pereyên biyanî nirx wenda kir.
Dolarê Amerîkayê 42 lîra û ewroyê jî 45 lîra derbas kirin.
Banqeya Navendî mudaxele kir û bi qasî 10 milyaran dolar firoşt.
Borsayê jî ji bona zêdetir nirx wenda neke xwe girt.
Gelek şîrketên aboriyê bertek nîşan dan.
Şîrketa Anonîm a Morgan Stanleyê dawî li endamtiya xwe ya Borsaya Stenbolê anî.
Şîrketên gerdunî dibêjin êrîş tenê ne li muxalefetê ye, ev êrîş li komên kar ên di aboriya Tirkiyê de xwedî erk in jî hatiye kirin.
Foto: Pevçûna di navbera polêsan û çalakgerên ku girtina Îmamoglu protesto dikin