Sendîkayên Belçîkayê bi greveke 24 saetan hikumetê proteso kirin.
Bi dehezaran karker neçûn kar û ev jî herî zêde bandorê li xizmetên çûnûhatinê kir.
Belçîka duh bi greveke 24 saetan, ket rojeva cîhanê.
Karkerên sektora gelemperî ya taybet bi vê grevê reforma hikumeta federal protesto kirin.
Reforma hikumetê bandorê li kesên teqawidbûyî, yên meaşê bêkarîyê werdigirin û xizmetên gelemperî bandorê dike.
Sendîkayên sosyalîst û xristîyan pêşengîyê ji vê çalakîya neteweyî re kirin.
Bi dehezaran karker neçûn kar û li gelek ji wan li ber cîyên kar nobeta grevê girtin.
Grevê bandoreke mezin li xizmetên çûnûhatinê û bi taybetî jî li xizmeta rêyên hesinî kir.
Li herêmên Flander û Walonyayê gelek seferên trênan, otobus û tramwayan betal bûn.
Gelek ji postaxaneyan derîyên xwe girtin û li bajarên mezin sergo nehatin berhevkirin.
Balafirgeha Brukselê neçar ma li derdora 250 seferên balafiran betal bike.
Herçi Balafirgeha Charleroiyê bû, wê hemû seferên hat û çûnê betal kirin.
Sendîkayên li welêt di sibatê de bi xwepêşandaneke mezin hikumeta federal protesto kiribûn.
Hikumeta Bart De Wever
Hikumeta federal a Belçîkayê di sibata 2024an de di bin serokwezîrtîya Bart De Wever de hatibû damezrandin.
Tifaqa Nû ya Flaman (NVA), Tevgera Reformîst (MR), Les Engagés, Xrîstîyanên Demokrat ên Flaman (CD &V) û Vooruit di vê hikumetê de cî digirin.
Ji ber pirengîyê, hikumet bi referanseke ji ala Arîzonayê, wekî koalisyona Arîzonayê tê binavkirin.
100,000 kesên bêkar
Hikumeta federal dixwaze reformeke nîqaşbar bike ku ji alîyê sendîkayan ve nayê qebûlkirin.
Xala herî nîqaşbar piştî 2 salan qutkirina meaşê bêkarîyê ye.
Bi vê reformê, 100,000 kesên ku piranîya wan li Walonya û Brukselê ye wê nikaribin meaşê bêkarîyê bigirin.
Sînorkirina mesrefên dewletê û lêçûyînên ji bo penaxwaz û koçberan du armancên din ên hikumetê ne.
Infowelat
Foto: Meşa endamên sendîkayan a li Brukselê/Perî Tahir