Konseya Ewrûpayê ambargoya Rûsyayê giran kir

Konseya Ewrûpayê ji bo şerê li Ukraynayê di 20 – 21ê adarê de civînekê li dar xist.

Di cîvîna lîderên ewrûpî de biryara girankirina ambargoyên li ser Rûsyayê hat dayîn.

Victor Orban deklerasyona ewrûpî ya girankirina ambargoyên li dijî Rûsyayê îmze nekir.

Ewrûpa di jeopolîtîka nû ya cîhanê de, ji bo Ukraynayê li ser hev civînan li dar dixe.

Yekîtîya Ewrûpayê bi van civînan hewl dide ji ber vekişîna Amerîkayê ya di vê mijarê de, çareyekê bibine.

Vê carê jî Konseya Ewrûpayê li ser heman mijarê di 20 – 21ê adarê de civînekê li dar xist.

Di cîvîna lîderên ewrûpî de biryara girankirina ambargoyên li dijî Rûsyayê hat dayîn.

Biryareke din jî li ser jinûvebiçekbûna  Ewrûpayê bû.

Fona 150 milyar euroyî ya Yekitîya Ewrûpayê ya ji bo biçekbûnê div vê civînê de careke din hat erêkirin.

Endamên Yekitîya Ewrûpayê ji bo pêşxistina kapasîteya xwe ya parastinê wê bikaribin ji vê fonê pere deyn bikin.

Welatên ku bi YEyê re ne xwedî peymana parastinê bin, wê ne muxatabê vê fonê bin.

Ev biryara di şertên ji bo bikaranîna fona parastinê de hat bicîkirin, ji bo Brîtanya û DYAyê ye.

Li ser 40 milyar euroyan li hev nekirin 

Hêjayî gotinê ye, Yekitîya Ewrûpayê kurtedemek berê biryar girtibû, 40 milyar Euro alîkarîya leşkerî bide Ukraynayê.

Fransa, Îspanya û Îtalya destekê nedabûn vê planê loma jî vê însîyatîfê bi ser neketibû.

Şefa diplpomasîya YEyê Kaja Kallas piştî vê pêşnîyaz kiribû 2 mîlyon guleyên topan ên di berdêla 5 milyar dolarî re ji Ukraynayê re bê şandin.

Orban dîsa serî rakir 

Lîderê Hûngaryayê Victor Orban di vê civînê de jî reaksîyon nîşanî biryara li hember Rûsyayê da.

Orban deklerasyona ewrûpî ya girankirina ambargoyên li dijî Rûsyayê îmze nekir.

Victor Orban ji mêj ve ye dostanîya xwe ya bi Putin re dom dike û qayile tavilê şerê li Ukraynayê bi dawî bibe.

Infowelat

—————————————-

Foto: Civîna Konseya Ewrûpayê 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …