Rûsya û Ukrayna li ser agirbesteke dorteng li hev kirin.
Bi agirbestê, pêşîya bazirganîya bi rêya deryayê tê vekirin û êrîşên li hember binesazîya enerjîyê tê rawestandin.
Amerîka û Rûsyayê li paytext Riyada Erebistana Siûdî ji bo Ûkraynayê hevdîtin pêk anîn.
Bi agirbestê, pêşîya bazirganîya bi rêya deryayê tê vekirin û êrîşên li hember binesazîya enerjîyê tê rawestandin.
Kremlînê lîsteyeke binesaziyên enerjiyê yên ku wê nekin hedef belav kir.
Di lîsteyê de rafîneriyên petrolê, xetên petrol û gazê, tesîsên komkirinê îstasyonên belavkirinê, binesaziyên elektrîkê, santralên nukleer û bendên santralên elektrîkê cî girtin.
Ji bo hevdîtinên aştiya demdirêj pêk were, Washington ji Moskowê dixwaze agirbesteke 30 rojan ragihîne.
Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn tevî ku vê pêşniyarê diperijîne jî, hin pirgirêkan nîşan dide.
Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku Rûsya muzakereyên agirbesta Ukraynayê bi qastî dereng dixe.
Zelensky aciz e
Li aliyê din, serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky jî polîtîkaya navbeynkariyê ya Amerîkayê rexne kir.
Volodimir Zelensky li ser pirsa rawestandina alîkariya leşkerî ya Ukraynayê ji çapemeniyê re got:
“Amerîka êdî ne li gel me ye. Washington dixwaze xwe bêalî bike, loma jî vê alîkariyê daye sekinandin.”
Infowelat
————————————————
Foto: Bendereke (lîman) Ukraynayê ya îxracata zad lê tê kirin