Xetereya li pêşîya gelê kurd ne tenê îhtimala entegrasyoneke giran a bi dewleta tirk re ye lêbelê bêdengîya rewşenbîran, desteka çavkor ên ji bo proseyê û herwiha êrişên çavkor ên li dijî wê ne.
Di ser banga Abdulah Ocalan a ji bo çekberdan û tasfîyekirina PKKê re mehek derbas bû. Nameya mijara bangê, ji wê rojê û vir ve bû meseleyeke mayînde ya rojeva kurdan. Mixabin tevî vê giringîya xwe jî, ji bilî yek du hewldanan, naveroka nameyê hîn bi kûrahî nehatîye nîqaşkirin.
Întelîjensîyaya kurd
Întelîjensîyaya kurd –hebûna wê dikare bê nîqaşkirin- li gorî angajmanên xwe yên polîtîk nêzîkî vê meseleyê bû û nebû xwedî helwesteke objektîf û birûmet. Gelek kesên ji wan ên nêzîkî tevgerê, wekî ji wan dihat hêvîkirin bê şert û merc destekê dan bangê. Hejmareke zêde rewşenbîrên kêmzêde xwedî heman girêdanên polîtîk, di heman mijarê de bêdeng man. Wisa xuya dike, bêdengî ne ji ber erêkirina bangê bû lê ji ber rîska polîtîk a ragihandina dîtinan bû.
Netewperestîya bêbingeh
Li alîyekî din, kesên wekî dijberên sondxwarî yê tevgerê tên naskirin, êrişî Ocalan û nameya wî kirin. Heman derdor, daxwaza bidawîkirina şerê çekdarî û jihevxistina PKKê ji bo netewperestîya xwe ya bêbingeh û bêtêkoşîn wekî firsend nirxandin. Sekna van herdu baskên dijber ên rewşenbîran, derfetê neda ku banga ku wê li ser qedera gelê kurd bandoreke mezin bike, ji alîyê raya giştî ya kurd ve rast bê nîqaşkirin.
Tevger û sazî
Dema ku polarîzasyon û bêdengîyê bi hev re întelîjansîyayê di nava kirasê şermê de hişk girê da, rewşa PKKê û sazîyên li dora wê çawa bû? Gelek kes –çi dûr an çi nêzîkî tevgerê- bi hêvî li bende bûn ku partîyê hesasîyeta gel a ji bo vê bangê li ber çavan bigire û li gorî realîteya li seheyê wê modîfîye bike. Partîyê bi daxuyanîyeke balkêş bendewarîyan hilweşand û bi zimanekî pir zêde pesindar destekeke enerjîk da nameya ku tê de banga xwerûxandina wê dikir.
Elîtên sîyasî
Herçî elîtên sîyasî yên kurd ên li Tirkîyeyê bûn, wan ji bilî rola girtin û birina nameya Ocalan a ji derdorên eleqeder re, berpirsîyên xwe yên sîyasî pêk neanîn. Elîtên ku qibleya wan ne Kurdistan e lê Enqere ye, ji zû de ye serxwebûna xwe ya operasyonel winda kirîne û loma jî nikarin banga dawî bi rêxistinê re muzakere bikin.
Xetereya li pêşîya gelê kurd ne tenê îhtimala entegrasyoneke giran a bi dewleta tirk re ye lêbelê bêdengîya rewşenbîran, desteka çavkor ên ji bo proseyê û herwiha êrişên çavkor ên li dijî wê ne.