Însîyatîfeke navneteweyî bi daxuyanîyekê destekê da banga Ocalan.
Xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê jî di nav de, 200 kes îmzeya xwe avêtin bin vê daxuyanîyê.
Însîyatîfeke ku piranîya wan ji şexsîyetên cîhanî pêk tên destekê dan banga Abdulah Ocalan.
Daxuyanîya destekê di dawîya konferansa EUTCCyê ya de li ser meseleya kurd hat ragihandin.
Xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê jî di nav de, 200 kes îmzeya xwe avêtin bin vê daxuyanîyê.
Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdulah Ocalan.
Naveroka daxuyanîya bi navê ‘Banga Piştgiriya Hewldanên Aştiyê’ wiha ye:
Naveroka daxuyanîyê
“Banga Abdullah Ocalan a di 27ê sibata 2025aan de ji bo aştiyê kir, ji bo Tirkiye û gelê kurd dîrokî ye. Bi vê bangê re tê xwestin ku dawî li pevçûnên bi dehan salan were û rê li ber civaka demokratîk were vekirin. Di heman demê de ev bang ji bo li Tirkiye û Rojhilata Navîn aramî û parastina mafên mirovan bê misogerkirin û teşwîqî lihevkirinê bike, derfeteke girîng e. Divê hemû alî vê kêliya dîrokî binirxînin û ji bo aştî û edaletê bi hev re bixebitin. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) a ku bersiva erênî da banga Abdullah Ocalan, geşedaneke wêrekî ye û cihê kêfxweşiyê ye. Beşdarbûna Abdullah Ocalan a pêvajoya aştiyê û ji bo serketina wê gelekî girîng e. Abdullah Ocalan ku 25 sal in di girtîgehê de tê girtin, divê serbest bê berdan. Ev wê tenê mafên bingehîn misoger neke, di heman demê de wê ji bo gelê kurd bibe misogeriya bidestxistina mafan.
Em kesên ku vê daxuyaniyê îmze kirine, bang li Tirkiye û hemû aliyên peywendîdar dikin ku ji bo aştiyeke mayînde gavên bibiryar bavêjin. Em bang li hemû rewşenbîr, tevger û aktîvîstên jinan, hunermend, akademîsyen, rojnamevan, parêzer, aktîvîstên mafên mirovan û civaka sivîl dikin ku vê daxuyaniyê îmze bikin û piştgiriyê bidin banga me.
Divê ev pêvajo bibe sedema avakirina civakeke ku tirk û kurd tê de di nava aştî, wekhevî û azadiyê de bijîn û bi hev re li siberojeke baştir binêrin. Ji bo pêkanîna wê û aştiya li Tirkiyeyê bandorek veguherîner li ser herêmê bike, piştgiriya civaka navneteweyî jiyanî ye.”
Kê îmze kir?
Hin ji kesên daxuyanîyê îmze kirin ev in:
- Şîrîn Ebadî (Xelatgira Xelata Aştîyê ya Nobelê)
- Joddy Williams (Xelatgira Xelata Aştîyê ya Nobelê)
- Adolfo Perez Esquivel (Xelatgirê Xelata Aştîyê ya Nobelê)
- Elfriede Jelinek (Xelatgira Xelata Edebîyatê ya Nobelê)
- Massimo D’Alema (Serokwezîrê berê yê Îtalyayê)
- Carles Puigdemont (Serokê berê yê Katalonyayê)
- Pere Aragones (Serokê berê yê Katalonyayê)
- Arnaldo Otegi (Sekreterê Giştî yê EH Bildu)
- Ogmundur Jonasson (Wezîrê Edaletê yê berê yê Îslandê), Kariane Westrheim (Seroka EUTCCyê)