Ewrûpa reaksîyon nîşanî Tirkîyeyê da

Konseya Ewrûpayê girtina Şaredarê Stenbolê wekî “êrîşa li hemberê demokrasiyê” pênase kir.

Almanyayê got, girtina Şaredarê Stenbolê nayê qebûlkirin û ew vê kiryarê bi fikar dişopîne.

Rojnameya Le Soirê nivîsî, “Tirkîye hevalbendekî ne-lîberal e” û polîtîkaya Yekitîya Ewrûpayê rexne kir.

Nerazîbûnên li dijî girtina Şaredarê Stenbolê Îmamoglu li cîhanê berfireh dibin.

Yekitîya Ewrûpayê di asta herî bilind de reaksîyon nîşanî Tirkîyeyê da.

Konseya Ewrûpayê girtina Şaredarê Stenbolê wekî “êrîşa li hemberê demokrasiyê” pênase kir.

Komîsyona Ewrûpayê bi daxuyaniyekê ji desthilata Tirkiye xwest ”rêzê ji nirxên demokratîk bigire.”

Berdevkê Komisyonê Guillaume Mercier got: “Em dixwazin Tirkiye bi nirxên Ewrûpayê ve girêdayî bimîne.”

Serokê Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî Marc Cools jî Enqereyê şermezar kir û jê daxwaz kir ku Ekrem Îmamoglu bi lez serbest berde.

Almanya: Em bi fikar in 

Derbeya li hember şaredarê CHPyî di rojeva Almanyayê de jî bû.

Berlînê girtina Îmamoglu şermezar kir û fikarên xwe ragihandin.

Berdevkê serokwezîr Steffen Hestreit destnîşan kir, girtina Şaredarê Stenbolê nayê qebûlkirin û Almanya vê kiryarê bi fikar dişopîne.

Wezîra Karên Derve Annalena Baerbockê jî gotina xwe bir ser daxwaza Tirkiyê ya beşdarbûna Yekîtiya Ewrûpayê û got:

“Êrîşa Îmamoglu û hin kesên din nîşan dide ku daxwaza Tirkiyê her diçe bê mane dibe.”

Le Soir: Prensîbên demokratîk tên qurbankirin

Li alîyekî din, medyaya ewrûpî di weşanên xwe de cîyekî berfireh dide geşedanên dawî yên li Tirkîyeyê.

Kiryara dawî ya hikumeta Erdogan di hemû dezgeyên medyayê de tê rexnekirin.

Rojnameya Le Soir a Belçîkayê gotara edîtor a 25ê adarê ji vê mijarê re veqetand.

Di bin sernivîsa “Tirkîye: Hevalbendekî ne-lîberal” de polîtîkaya Yekîtîya Ewrûpayê ya ji bo Tirkîyeyê bi van gotinan hat rexnekirin:

“Prensîbên sereke yên demokratîk û –azadîyên di bin banê wan de- bi rengekî jênager qurbanîyên sivîl in ku di encama êrişekê de pêk tê.”

Infowelat

—————————————————

Foto:  Logoya Konseya Ewrûpayê 

Şaredarê Stenbolê hat girtin

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …