UNICEF: 322 zarok li Xezayê hatin kuştin

Rêxistina zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEFê encamên êrîşên li Xezayê eşkere kirin.

UNICEF got, di deh rojên dawîn de herî kêm 322 zarok hatin kuştin.

Rêxistina zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEFê ji bo êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê daxuyanî da.

UNICEFÊ got: “Di navbera deh rojên dawîn de, herî kêm 322 zarok hatine kuştin û 609 zarok jî birîndar bûn.”

UNICEF dibêje, piraniya zarokan ji ciyûwarên wan hatibûn kirin û di konan an jî di xaniyên xerabe de dijiyan.

Seroka UNICEFê Catherine Russellê di derbarê rewşa dawî de wiha axivî:

“Agirbesta Xezayê ji bo zarokan bûbû sîwana ewlekariyê. Lê niha zarok careke din ketin nava fitloneyeke şîddet û feqîriya kuştar.”

Îsraîl agirbestê xera kiribû

Îsraîlê di 18yê adarê de agirbest xera kiribû û ji nû ve dest bi êrîşan kiribû.

Ji wê rojê û vir ve, Îsraîl li Xeta Xezayê bombebaranê dike û li bejayî jî operasyonên leşkerî pêk tîne.

Li gorî daneyên hikumeta Hamasê, ji 18yê adarê û vir ve herî kêm hezar û yek kes hatine kuştin.

Ji destpêka şerê Hamas û Îsraîlê ji 50 hezarî zêdetir Filîstînî hatin kuştin.

UNICEF destnîşan dike, 15 hezarên vê hejmarê zarok in.

Infowelat

——————————————

Foto: Ala UNICEFê 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî piştgiriya civakî mezin dibe

Bi hezaran kes îro tevlî meşa ku ji aliyê Kontseilua ve li Pamplonayê (Iruñea) hat …