infowelat.com

Hevşaredar bi rayedarên KONGREyê re

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol, li Brûkselê bi rayedarên Kongreya Rêveberiyên Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KONGRE) re hevdîtinek pêk anîn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce …

Bêtir »

Bakurê Kurdistanê di Parlamentoya Swêdê de

  Li ser şerê dawî yê li bakurê Kurdistanê, zordariya tê kirin, îdiayên ku Tirkî alîkariyê dide Daişê û daxwaza derxistina PKK ji lîsteya terorê Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström çi dibêje? Heftiya derbasbûyî, roja pêncşemê di parlemana Swêd de gotûbêjeke berfireh li ser rewşa bakurê Kurdistanê û Tirkî …

Bêtir »

Amerîka û Rûsyayê li ser federalbûna Sûriyeyê li hev kirin

  Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karûbarên Derve yêAmerîkayê John Kery li ser Sûriyeyê lihev kirine Hat ragihandin ku Wezîrên Karûbarên Derve yên Rûsya û Amerîkayê Sergey Lavrov û John Kerry li ser îlankirina agirbestê û fedaralbûna Sûriyeyê li hev kirine. Ji aliyê nûnerê Neteweyên Yekbûyî …

Bêtir »

Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê hat serdana şaredariyê

  Serokê Delegasyona Tirkiyeyê a Yekitiya Ewropayê (YE) Hansjorg Haber, ji bo sehkirina rewşa herêmê hate Amedê û serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Firat Anli û Gultan Kişanak kir. Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê Yekitiya Ewropayê (YE) Hansjorg Haber, ji bo sehkirina rewşa herêmê, qedexeya ser derketina kuçeyan û pevçûnan hate Amedê …

Bêtir »

Li Bîafrayê alîgirên serxwebûnxwaz hatin kuştin

Li Bîafrayê 10 xwepêşandan di protestoyên li dijî Nîjeryayê de hatin kuştin. Tê ragihandin ku aktîvîstên li herêmê plan dikin ku hikumeteke paralel ava bikin. Di xwepêşandanên li bajarê Abayê ya li herêma Bîafraya Nîjeryayê ku bi armanca protestokirina darizandina aktîvîstê doza Bîafrayê Nnamdi Kanu hat lidarxistin, 10 kes hatin …

Bêtir »

Amazîgî li Cezayirê bû zimanê fermî

  Cezayir di çarçoveya reforma destûra bingehîn de zimanê amazîgî (tamazîgî) wekî “zimanê fermî” naskir. Lê parazvanên ziman vê gavê têr nabînin û dixwazin statuya erebî û amazîgî wekî hev be. Zimanê amazîgî piştî têkoşîneke dûvedirêj a gelê Kabîliyayê, di 2002’an de wekî “zimanê neteweyî” hatibû qebûlkirin. Vê carê jî …

Bêtir »

Baydemir ji Waşîngtonê bang li cîhanê kir: ‘Vê wehşetê bibînin û rawestînin’

  Baydemir ji paytext Waşîngtona Amerîkayê beşdarî nûçeyên kanala televîzyonî ya Kurdistan 24ê bû; li ser ekranan bang li cîhanê kir û ji civaka navneteweyî mudaxeleya lezgîn kir. Di destpêka axaftina xwe de Parlamenterê Rihayê yê HDPê Osman Baydemir bang li neteweperwerên kurd kir ku bi erka xwe ya wijdanî …

Bêtir »

Civaka Otomí-Ñätho mafê xwe yê xweseriyê bi kar tîne

  Ceribandina xweseriya Chiapasê û hewldanên xwerêxistinkirina ji bin ve ya li eyaleta Michoacanê bandorê li xweciyên li Meksîkayê dikin. Komên xwecî yên bi navê Otomí-Ñätho li Meksîkayê ji bo parastina xwezaya xwe mafên xwe yên xweseriyê bi kar tînin. Salekê berê, gel bi mebesta parastina daristanê dest bi hewldanê kir …

Bêtir »

Li Makedonyayê hevkariya ji bo hilbijartinê dijwar e

Li Makedonyayê partiyên siyasî li ser xetên etnîk ji hev vediqetin û heta niha di hilbijartinan de di navbera wan de hevkariyekê pêk nehatiye. Beriya hilbijartinên giştî yên li Makedonyayê, di navbera partiyên mixalif de hevdîtin tên lidarxistin. Partiyên albanî û yên makedon dixwazin li hember serokwezîr Nikola Gruevskiyê ku …

Bêtir »

Pakîstan li dijî Belûcîstanê şerê taybet dimeşîne

  Nûnerên tevgera gelê belûc ên li Pakîstanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin. Êrîşên leşkerî yên li dijî Belûcîstanê bi hemû giraniya xwe didome. Pênc endamên tevgera serxwebûnxwaz a belûc li Mastunga li herêma Belûcîstana hatin kuştin. Di nava kuştiyan de Sekreterê Giştî yê Tevgera Neteweyî ya Belûc …

Bêtir »