Salvegera PKKê û self-asîmîlasyona dîjîtal

Serfiraziyên partiyê, pêdiviya wê ya ji bo gelê Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê ligel propagandayeke mezin, di çalakiyan de derket pêş.

Herwiha kanalên televîzyonan bi propagandayeke standard bernameyên xwe weşandin.

PKK 45. salvegera damezrandina xwe bi bernameyên wekî kampanyayekê pîroz kir.

Bername wekî salên berê bi rojeveke fermî yê navendî hatin lidarxistin.

Serfiraziyên partiyê, pêdiviya wê ya ji bo gelê Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê ligel propagandayeke mezin, di çalakiyan de derket pêş.

Medyaya di bin kontrola KCK’ê de di çarçoveya pîrozbahiyên fermî de bername weşand.

Herwiha kanalên televîzyonan bi propagandayeke standard bernameyên xwe weşandin.

Di yek nûçe û bernameyekî de jî kêmasî û şaşiyên PKKê cî negirt.

Pêdiviya guherîna polîtîkaya partiyê ya di şert û mercên îro de nebû mijara rojnamevanên medyayê.

Medyaya Civakî, bi taybetî Twitter îsal bû platformeke sereke ya pîrozbahiya dîjîtal.

Hesabê Guneş Ulkesi hemû parvekirinên xwe bi Tirkî dike.

Di çend rojên dawî de, piraniya wan di bin bane hashtaga #DestanaVejînêPKKye de bi hezaran tweetên pîrozbahiyê hatin parvekirin.

Mixabin bi rêjeyeke pir zêde zimanê tweetan Tirkî bû.

Guneş Kutuphanesi û KCKD-E

Bêguman weşangerî û parvekirinên dîjîtalê yên bi Tirkî tên kirin sebebeke self-asîmîlasyonê ye ku roj bi roj Kurdî ji hole radike.

Di vê qadê de parvekirinên hesabê Guneş Kutuphanesi û KCDK-E (Kongreya Civaka Demokratîk a li Ewropayê) derketin pêş.

Guneş Kutuphanesiya ku herdem gotinên Ocalan bi Tirkî diweşîne, hemû parvekirinên xwe yên ji bo pîrozbahiyê bi Tirkî kir.

Lewma salvegera 45.careke din nîşan da rêvebiriya heyî ya PKKê û KCKê israra xwe ya ji bo Tirkî didomîne.

Bêguman weşangerî û parvekirinên dîjîtalê yên bi Tirkî sebebeke self-asîmîlasyonê ye ku roj bi roj Kurdî ji hole radike.

Fotoyê sereke: Logoya hesabê Twitterê ya herdem bi Tirkî bi propagandaya Ocalan û PKKê dike. 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …