PKK li Japonyayê êdî serbest e

Japonyayê PKKê ji nava lîsteya xwe ya ‘rêxistinên qedexe’ derxist.

Navê PKKê di lîsteya nû ya Îstîxbarata Navxweyî ya Japonyayê (PSIA) de cî negirt.

Japonyayê PKKê ji nava lîsteya xwe ya ‘rêxistinên qedexe’ derxist.

Di lîsteya nû ya di Îstîxbarata Navxweyî ya Japonyayê (PSIA)de  hat weşandin, PKK cî negirt.

Îsal di arşîva online ya di 17yê Çileyê de hatibû weşandin PKK di lîsteya rêxistinên qedexe” de cî girtibû.

Lêbelê çendekî berê navê PKKê ji lîsteya “rêxistinên terorîst ên sereke” hat derxistin.

PKK ji aliyê endamên Yekitiya Ewrûpa û Amerîkayê wekî “rêxistineke terorîst” tê pênase kirin.

Cara ewil, Almanya di 26’ê Mijdara 1993’an de PKK’ê xist lîsteya terorê.

Harîteya ji bo rêxistinên qedexe yên di malpera Îstîxbarata Navxweyî ya Japonyayê (PSIA) de hat weşandin.

Almanya bûyerên şîdetê yên di protestoyên Kurdistaniyan de pêk hat wekî sebeb nîşan da.

Biryar ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Almanyayê hat dayîn.

Paşê, di 2022’an de Yekitiya Ewrûpayê PKKê xist lîsteya xwe ya rêxistinên terorîst.

Infowelat

————-

Foto: Ala Japonyayê

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …