Venezûela çav berda erdên Guyanayê

Venezûela di demên dawî de çav berdaye erdên cîranê xwe Guyanayê.

Rêvebiriya Maduro ji bo ku di vê mijarê de desteka gel bigire referandûmekê li dar xist.

Venezûela di demên dawî de çav berdaye erdên cîranê xwe Guyanayê.

Rêvebiriya Maduro ji bo ku di vê mijarê de desteka gel bigire referandûmekê li dar xist.

Ji 20 milyon hilbijêrên li welêt, 10 milyon kes tevlî referandûma roja yekşemê bûn.

Hukumeta Caracasê ragihand, piraniya gel dengên xwe ji bo îlheqkirina parçeyeke erdên Guyanayê bi kar anîn.

Kampanyaya fermî ya referandûmê bi slogana El Essequibo es Nuestro (Essequibo ya me ye) hat meşandin.

Ku der e Essequibo?

Statuya vê herêmê ev 200 sal in meseleyeke aloz e di navbera Venezûla û Guyanayê de ye.

Essequibo herêma li rojavayê Guyanayê ku berûberê sînorên Venezuelayê cî digire.

Berfirehbûna Essequiboyê 160,000 km2 ye lê bi tenê 200,000 kes li herêmê dijîn.

Statuya vê herêmê ev 200 sal in meseleyeke aloz e di navbera Venezûla û Guyanayê de ye.

Venezuela dema di 1811’an de bû serbixwe, xwest vê herêmê jî tevlî erdên xwe bike.

Lêbelê Brîtanya vê asteng kir û Essequibo bi ser Guyanayê di dest xwe de kir.

Mesele hebûna petrolê ye

Di îlonê de li nava sînorên deryayî ya herêmê rezervên pir mezin ên petrolê hatibû kişfkirin.

Venezûela di wê baweriyê de, çavkaniyên di nava sînorên deryayî ya vê herêmê heqê wê ye.

Guyana di 1966’an de serxwebûna xwe ragihand û ji wê rojê û şûn ve herêm ma di destê Guyanê ye de.

Digel vê paşxaneya dîrokî, sebeba ku çima aniha Venezûela vê meseleyê xist rojevê hebûna çavkaniyên enerjiyê ne.

Postereke di proseya referandûma li Venezûelayê hat bikaranîn.

Di îlonê de li nava sînorên deryayî ya herêmê rezervên pir mezin ên petrolê hatibû kişfkirin.

Meheke piştî vê kişfê, şîrketa petrolê ya amerîkî Exxon ji bo derxistina petrolê bi Guyanayê re dest bi hevdîtinan kiribû.

Venezûela di wê baweriyê de, çavkaniyên di nava sînorên deryayî ya vê herêmê heqê wê ye.

Infowelat

Fotoyê sereke: Venezûela û Essequibo. /Harîte: Twitter 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …