Medyaya Kurd û asîmîlasyon

Ji çandê û ziman bigre heta nirxên civaka Kurd ên resen derbeyek giran xwarin û ket bin xetereyeke mezin.

Lê yên herî zêde ji vê guhertina şaş re pêşengtiyê kirin û bask li hev xistin da ku qewmê xwe bînin ser dahfikê, bê guman medyaya “Kurd” bû.

Bi dîlgirtina birêz Ocalan re di PKKê de guhertin û cûdatiyên bi çûk roj bi roj rûdan. Lê bi taybet di destpêka sala 2013an de (Ev dîrok jî dîroka dema di navbera birêz Ocalan û dewleta Tirk de pêvajoya aştiyê ya wek “Barış Süreci” destpê kiribû) guhertinek hîn mezin ya ji xwestek û xeyalên Kurdistana mezin dûr, hîn zêde bi qayîlbûna “Tirkiyeyeke  demokratik” di nav siyaseta Kurd de hêdî hêdî şax da. Dîsa di vê demê de projeya HDPê ya ku armanca wê çep û sosyalîstên Tirkiyeyê û kurdan di bin yek sîwanê de bînin cem hev, da ku çareseriya mesela Kurd û Kurdistanê di raya giştî de piştgiriyakek hîn xurt bibîne û bi awayekî demokratik mesele Kurd çareser bibe hat meşandin. Lê, ev pêvajo û pêngava ji hêla birêz Ocalan ve li Îmraliyê destpêkiribû, ji aliyê rêvebirên PKKê an şaş hat xwendin, an jî ji şaşan re bû derfetek zêrîn, da ku doza Kurd û Kurdistanê ji bingeh û cewherê xwe derkeve û têkeve rêyeke xwar û şaş. Welhasil dema em li encamê binerin û li roja îro vegerin, hem di qada çandî û hem jî di qada siyasî de li holê şaşiyek zelal heye!

Siyaseta kevokfiroş

Wan pêngavên şaş bi demê re him şexsiyetên şaş kirin xwedî hêz û hem jî ew kurdên di doza Kurdistanê de nerînbaz hêdî hedî tev bûn kevokfiroş li Rojhilata Navîn. Rojhilata Navîn a ku garana keftar û qijika ye! Ev guhertina di destpêkê de biçûk û bê zirar dihat xuyakirin, bi demê re gotin, liv û tevgera civaka Kurd bi xwe re guhert û ew guhertin îro bi lez didome. Ji çandê û ziman bigre heta nirxên civaka Kurd ên resen derbeyek giran xwarin û ket bin xetereyeke mezin. Lê yên herî zêde ji vê guhertina şaş re pêşengtiyê kirin û bask li hev xistin da ku qewmê xwe bînin ser dahfikê, bê guman medyaya “Kurd” bû. Medyaya Kurd a xwedî dîrokek dirêj a bi xwîn û xwêdan…! Medya Kurd a ku niviskarên wê ji bo heqîqeta gelê xwe bînin ziman xwîn û xwêdana xwe kiribûn hibr!

Rojnameya Kurdistan

Dema em bala xwe bidin rêwîtiya Medyaya Kurd, bê guman em ê rojnameya “Kurdistan” bibînin. Berî niha 126 sal berê, di 22ê Gulana 1898an de ji aliyê Mikdat Midhat Bedirxan li paytexta Misrê, li Qahîrê, rojnameya “Kurdistan” hejmara xwe ya ewil derxist. Lewma jî rojnameya “Kurdistan” di dîroka gelê kurd de yekemîn rojnameya kurdî ye. Rojnameya bi alfabeya erebî, lê bi zimanê kurdî derdiket, ji 1898an heta 1902an di şert û mercên zehmet de 31 hejmar weşand. Bedirxan ku 5 hejmarên yekem ên Rojnameya Kurdistanê derdixist, ji ber zextên dewleta Osmanî nikarîbû li Qahîreyê çapkirina rojnameyê bidomîne. Piştî ku Mîkdad Mîthad Bedirxan ji ber nexweşiya ku pê ketibû jiyana xwe ji dest da, birayê wî Abdurrahman Bedirxan berpirsyariya rojnameyê girt ser xwe û di berdewamiya rojnameyê de israr dike. Hejmara rojnameyê ya 6-19 li Cenev, hejmara 20-23 li London, hejmara 24-29 li Folkestone, hejmara 30-31 dîsa li Cenevê hat çapkirin. Jiyana weşana Rojnameya Kurdistanê ya ji bo deng û rengê gelê Kurd xwe kiribû hawar, piştî hejmara 31ê di sala 1902an de bi dawî bû.

Celadet di hejmara pêşî ya Hawarê de wiha bang li gelê kurd dikir:

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê ye.”

Piştî bêdengiyek 30 salî, vê carê dîsa li derveyê welat kovara “Hawar” xwe ji qîrîna Kurdistanê re kir hawar û bi gaziya gelê xwe hat. Neviyê Mîrê Cizîrê Mîr Bedîrxan, Celadet Alî Bedîrxan yekemîn hejmara kovara Hawar di 15ê gulana 1932an de li paytexta Sûrîye li Şamê derxist û heta 15ê tebaxa 1943an 57 hejmar hat weşandin. Kovara Hawar ku di dîroka weşangeriya kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Ev pê û pîvanên nivîsa Kurdî ya bi alfabeya latînî ya em îro bi kar tînin hemû bi xêra “Hawara” do ye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji wêjeya kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî, Hawar di wêje û mijara ziman de bû ekolek û heta sala 1943an weşana xwe berdewam kir. Kovara Hawarê hem di cîhana nû de bi alfabeya Latînî gaveke dîrokî avêt û hem jî ji bo dîroka Kurd a bi nivîskî û bi kurdî mîladek nû da destpê kirin.

Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên destpêkê de wiha bang li gelê kurd dikir:

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê ye.”

Keda Musa Anter

Bê şik û guman, di destpêka salên 1960an, yên ku komara Turkiyê bûbû dojeha Kurd, ew salên ku fîtika kurdî jî qedexe bû, di wê dojehê de Mûsa Anter bi qelema gelê xwe, xwe pêça û bû zimanê gelê xwe yê qedexe. Mûsa Anter û hevrêyên xwe bi avakirina gelek rojnameyan bû peyamberê qîrîna heqîqeta gelê Kurd.

Ji ber ku Anter rastiya gelê kurd a qedexekirî û çapemeniya Tirk nedianî ziman diqîriya, gelek caran hat darizandin û bi kuştinê hat tehdîdkirin, lê wî berdewam kir. Kovar û rojnameyên nivîsên wî tê de hatin weşandin her tim temen kin bûn. Lê wî dev ji gotinê û dest ji qelemê berneda. Çend peyv an hevokên bi kurdî yên di nav gotarên wî de dihatin weşandin dibû sedema har û dînkirina rayedarên dewleta Tirk û hercar Anter û nivîskarên wan rojnameyan xwe li dadgehek dewleta Tirk ya bê edalet didîtin. Herî dawiyê cangoriyê medya Kurd Mûsa Anter di vê oxirê de li paytexta Kurdistanê, li Amedê ji hêla dewleta Tirk ve hat qetil kirin.

Medyaya asîmîlasyonîst

Piştî kuştina Mûsa Anter, medya û rojnamevanên Kurd yên ku qaşo wê li nirx û pîvanê Mûsa Anter xwedî derketana û ji bo rastiya Kurd û Kurdistanê biqîriyana, îro pişta xwe dane zimanê Kurdî û rastiya Kurdistanê û bûne begçî û berdevkên siyaseta Dewleta Tirk a asîmilasiyona çand û zimanê Kurd û Kurdistanê.

Piştî kuştina Mûsa Anter, medya û rojnamevanên Kurd yên ku qaşo wê li nirx û pîvanê Mûsa Anter xwedî derketana û ji bo rastiya Kurd û Kurdistanê biqîriyana, îro pişta xwe dane zimanê Kurdî û rastiya Kurdistanê û bûne begçî û berdevkên siyaseta Dewleta Tirk a asîmilasiyona çand û zimanê Kurd û Kurdistanê. Sed heyf û mixabin!

Mînaka herî mezin jî bê guman wek me li jor bahs kir, ji 2013an vir de ew guhertina bizrên wê li çiya û zozanên Kurdistanê hatin çandin bi xwe re him medyakek nuh ava kir û him jî qelemşorên bên kok û bingeh, qelemşorên “Xwe-Nenas”…! Nuha bi dehan rojname, ajans û televizyonên xitabî gelê Kurd yê Bakurê Kurdistanê dikin henin, lê bêyî Sterk TV yên din hemû bi zimanê Tirkî weşanê dikin. Lewra îro di mala her Kurdî de, di telefona her Kurdî de medyakek “KurTurk” heye

Wek mînak; Serxwebûn (kovar), Özgür Politika(rojname), Anf, (ajans) Mezopotamya, (ajans) Yeni Yaşam gazetesi (rojname), Roj News (ajans), Jinha (ajans), Anha (ajans) Diha (ajans) Medya Haber (Tv). Ev Rojname, kovar, ajans û Tv, yên em qal dikin hemû zimanê wan Tirkiye. Bêyî “Yeni Yaşam Gazetesi” hemû jî li qadak bê zext û zor weşanê dikin, yanî li Ewrûpa…!

Tiştê din ê balkêş jî, ji bo xatirê vê çapemeniya bi zimanê Tirkî him KCK bi piranî daxuyaniyên xwe bi tirkî dide û hem jî rêvebirên KCKê derdikevin pêş ekranên vê medyayê û bi tirkî bang li gelê kurd dikin. Dîsa ji bo xatirê heman medyayê fermandarên YPGê yên li axa Rojavayê Kurdistanê mezin bûne di ekranan de bi saetan bi zimanê tirkî dipeyivin. Gelo li holê şaşiyekek nîne???

Qelemşor hatin afirandin

Ev medyaya ku bi wan polîtîkayên şaş hat avakirin, ji xwe re kêmaqil, qelemşor û bernameçêker jî afirandin. Qelemşor û bernameçêker ne bi keda xwe derketin pêş lêbelê piraniya wan hatin afirandin.

Ev medyaya ku bi wan polîtîkayên şaş hat avakirin, ji xwe re kêmaqil, qelemşor û bernameçêker jî afirandin. Qelemşor û bernameçêker ne bi keda xwe derketin pêş lêbelê piraniya wan hatin afirandin. Bêyî xwedî bingeh û formasyona rojnamgeriyê bin, bi carekê de bûn xwedî qelem û ekran. Lewra bi serxweşiya payeyên heq nekiribûn, rojnamevantiya Medyaya Kurd kirin qada fantaziyên xwe yên şexsî. Herku ji şaşiyan re di Medyaya Kurd de çepik hatin lêxistin, şaşî ewqas mezin bûn. Heman rojnemevan û medya di bin kontrola wan de roj bi roj dev ji pîvanên doza kurd û pêşengên Medyaya Kurd berdan û bê bênder û bingeh weşangeriyeke şaş meşandin. Heman kes û kesok hîn jî bi hêz û bi lez heman şaşiyan didomînin.

Kî ye Ronî Riha?

Ronî Riha rojnamevan û nivîskarekî ji Bakurê Kurdistanê ye. Roha demeke dirêj li Swîsreyê nûçegîhaniya nûçegîhanuya Stêrk-TVyê kir. Nivîsên rojnemevan di çapemeniya Swîsrî de jî tên weşandin. Riha di heman demê de xwediyê du pirtûkên bi navê Loristan û Savaş Duvaklari ye. 

Fotoyê sereke: Ekrana weşana zindî ya Medya Haberê. Ev kanal bi Tirkî weşanê dike. 

————————–

Ev gotar cara ewil di bultena Kurdistan a Infowelatê de hatiye weşandin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Perû qanûna parastina navên xwecîyan qebûl kir

Parlamentoya Perûyê bi vê qanûnê destûrê dide, navên esil ên zarokên xwecî di nasnameyan de …