Rosa Park çirûska wekheviyê vêxist

Rosa Parksa afroamerîkî bi protestoya xwe ya di 1ê Kanûna 1955’an de bû semboleke wekheviyê.

Rosa Parks vê çalakiya xwe di otobusa belediyeyê ya li paytexta Montgomery a eyaleta Alabamayê kir.

1ê Kanûnê di dîroka têkoşîna ji bo wekheviyê ya afroamerîkiyan de (Amerikiyên reşik) rojeke girîng e.

Rosa Parksa afroamerîkî bi protestoya xwe ya di 1ê Kanûna 1955’an de bû semboleke wekheviyê.

Rosa Parks vê çalakiya xwe di otobusa belediyeyê ya li paytexta Montgomery a eyaleta Alabamayê kir.

Parksa dema ji kar vedigeriya malê, li kursiyeke pêşî ya otobusê rûnişt.

Lê li eyaleta Alabamayê bi tenê kesên spî dikaribûn li kursiyên li pêş rûniştana.

Dema gav bi gav hejmara rêwiyan zêde bû, ajovanên otobusê ji Parkê daxwaz kir biçe li paş rûnê.

Park vê daxwazê red kir û ev jî bû çirûska ewil a li dijî qanûnên cudaxwaz ên Amerîkayê.

Ji ber vê çalakiya xwe Park hat mehkemekirin û cezayê pereyan lê hat birîn.

Boykota 381 rojan

Afroamerikiyên li bajarê Montgomeriyê xwedî li çalakiya Parkê derketin û otobusan boykot kirin.

Boykota afroamerikiyan 381 roj dom kir û li Amerîkayê deng veda.

Gelek kes bawer dikirin çalakiya Rosa Park û boykot bû bingeha Tevgera Mafên Sivîl.

Di dawiya dawî de Amerîka ket nava tevgerê û qanûnên cudaxwaz betal kir.

Alabama eyaleteke li başûrê DYAyê ye ku di dîrokê de yek ji navendên kolededariyê bû. /Harîte: Researchgate

Ewil cudaxwaziya nîjadî ya di otobusên gelemperî de ji aliyê Dadgeha Bilind a Amerîkayê ve hat betalkirin.

Di 1964’an de Qanûna Mafên Sivîl hat qebûlkirin.

Bi dûv vê re, Qanûna Mafên Dengdanê di 1965’an de hat qebûlkirin.

Infowelat

————————-

Foto: Underwood Archives/UIG/REX/Shutterstock.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …