Li Xezayê 15,000 filistînî hatin kuştin

Li Xezayê zêdetirî 15,000 filistînî hatin kuştin û 41,000 hezar jî birîndar bûn.

70 ji % kesên hatine kuştin jin û zarok in.

Bîlançoya êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezayê roj bi roj girantir dibe.

Rêvebiriya Xezayê ragihand, agahiyên derbarê windahiyên însanî ya di encama bombebarana du mehên ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê diyar kir, zêdetirî 15,000 filistînî hatine kuştin û 41,000 hezar jî birîndar bûne.

70 ji % kesên hatine kuştin jin û zarok in.

Daneyên rêvebiriya filistînî parve kirin, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve jî hatin piştrastkirin.

Saziya Penaberiyê ya ji bo Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) got, 6,000 jin û 4,000 zarok hatine kuştin.

Saziyê da zanîn, di encama bomberana Îsraîlê de binesaziya tenduristiyê tevlî sîstema ava paqij hilweşiyaye û ev ê jî derî li nexweşî û şewban veke.

Tê ragihandin, 1.8 milyon kes ji ber operasyona Îsraîlê terka malên xwe kirine û di wargehên xwedî derfetên kêm ên tenduristiyê de dijîn.

Sûcên şer

Dozgerê Dadgeha Sûcan a Navneteweyî (ICC) Kerîm Xan ji bo vekolînê sûcên şer çû herêmê.

Li aliyekî din, ji bo vekolîna sûcên şer ên li Xezayê Dadgeha Sûcan a Navneteweyî (ICC) ket nava tevgerê.

Dozgerê ICC ji bo vekolîna sûcên şer çû serdana herêmê. /Foto: Twitter

Dozgerê vê dadgehê Kerîm Xan ji bo vê meseleyê çû serdana Îsraîl û Filistînê.

Piştî serdanên xwe Xan da xuyakirin, ew ê hewldanên xwe yên ji bo vekolîna sûcên şer ên muhtemel ên Hamas û Îsraîlê zêde bikin.

Infowelat

Fotoyê sereke: Bomberana Xezayê. /Foto: Oxfamnovib.nl

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …