Albanya di 1912’an de serxwebûnê ragihand

Albanya di 28ê mijdara sala 1912’an de serxwebûna xwe bi dest xist.

Serxwebûna welêt di 1913’an de ji aliyê sîstema cîhanê ve hat pesendkirin.

Albanya di 28ê mijdara sala 1912’an de serxwebûna xwe ragihand.

Şerê Balkanan ê Yekemîn riya ber bi serxwebûna welêt ve vekir.

Albanya heta wê demê tevî erdên berfireh ên Balkanan bi ser Dewleta Osmanî ve bû.

Gelê Albanî li hemberê Osmaniyan serî rakirin û bi hêzên din ên Balkan re bûn yek.

Osmaniyên dagirker di şer de şikestin xwarin û erdên di destên wan de ketin destên Yûnan, Bûlgar û Sirban.

Piştî serfiraziya leşkerî, pêşengên self-determînasyona Albanî di 28’ê mijdarê de li Vlorëyê kom bûn.

Nûnerên Albanî di heman rojê de meclîsekî neteweyî ava kirin û serxwebûna welêt ragihandin.

Çend roj bi dûv vê biryarê re, hukumet û senatoyekê jî hat damezrandin.

Komara Albanyayê ya nû xwedî sîstemeke parlamenter bû.

Hukumeta Albanî ji bo naskirina serxwebûnê, komîsyonekê şandin Konferansa Londonê ya di 1913an de hat lidarxistin.

Di destpêka konferansê de xweseriya Albanyayê ya di nava dewleta Osmanî de hat pêşniyazkirin.

Bi biryara hêzên mezin ên Ewrûpayê, Albanya çend meh şûn de di navbera Sirbistan, Yûnanistan û Montenegroyê de hat parvekirin.

Nûnerên Albanî vê qebûlnekirin û têkoşîna ji bo serxwebûnê domandin.

Di 1913’an de hat naskirin

Şeş dewletên mezin ên Ewrûpayê, di 29ê tîrmeha 1913’an de careke din li ser meseleya Albanyayê civiyan.

Sînorên Albanyaya serbixwe ya di 1913’an de. /Harîte: Wikipedia

Di vê civînê de serxwebûna Prensiya Albanyayê ya di bin banê rejîmeke monarşiya xwedî destûra bingehîn hat naskirin.

Peymana Bukreşê ya tebaxa 1913’an serxwebûna Albanyayê pesend kir.

60 ji % nifûsa Albaniyan di nava sînorên dewleta nû de man.

Piraniya erdên Albaniyên mayî ku li Kosovayê dijiyan, di nava sînorên Sirbistanê de man.

Infowelat

————————-

Foto: Ala Albanyayê 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …