Xweciyên Ekwadorê di doza xwe de bi ser ketin

Dadgeha Ekwadorê mafê gelê Siekopai ya li ser erdên wan ên dîrokî nas kir.

Erda ku mezinbûna wê bi qasî 423 km2 ye, li xweciyan tê vegerandin.

Xweciyên li Ekwadorê di têkoşîna ji bo erdên pêşiyên xwe de bi ser ketin.

Dadgeha Ekwadorê mafê gelê Siekopai ya li ser erdên wan ên dîrokî nas kir.

Bi biryara Dadgeha Parêzgeha Sucumbiosê erda ku mezinbûna wê bi qasî 423 km2 ye, li xweciyan wê bê vegerandin.

Di çarçoveya biryara di 24ê mijdarê de hat dayîn, xwecî wê piştî 45 rojan bibin xwediyê vî erdî.

Ev erda bi navê Pë’këya li herêma Amazonê ya Ekwadorê ye.

Herêma Amazonê li ser sînorên Ekwador û Kolombiyayê ye.

Herêma Amazon a Ekwadorê. /Harîte: Galapagosislands.com

Rêvebiriya Ekwadorê 80 sal berê bêyî destûra xweciyan vî erdî bi ser parkeke netewî ye kiribû.

Pë’këya ji aliyê ekosîstema xwe ve gelekî zengîn e û stargeha bi sedan cureyên heywanan e.

Ekwador welatekî biçûk a li Amerîkaya Latîn e ku nifûsa wê li derdora 18 milyonî ye.

Rêjeya xweciyan din ava vê nifûsê de bi bi qasî 7.7 ji % ye.

Infowelat

Foto: Çalakiyeke xweciyan a ji bo erdê hatibû desteserkirin/Foto: Cultural Survival

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …