Jin di dirokê de nêçirvaniyê kiriye

Bi lêkolînekê derket holê, jin di dîrokê de wekî mêran nêçirvaniyê kirine.

Encamên lêkolînê di kovara Scientific American and American Anthropologist de hat weşandin.

Ev agahî bi lêkolîneke dawî ya li Amerîkayê hat kirin, derket holê.

Lêkolîn ji aliyê zanyarên amerîkî Sarah Lacy û Cara Ocobock ve hat kirin.

Encamên lêkolînê di kovara Scientific American and American Anthropologist de hat weşandin.

Ji bo vê xebatê, zanyar li ser dema di navbera dîroka herî kevn a mirovahiyê heta 12.000 sekinîn.

Di çarçoveya lêkolînê de xwarin, berhemên hunerî, gor û anatomiya jin û mêran hat analîzkirin.

Teoriya nêçirvaniya mêran 

Piştî vê vekolînê zanyar gihîştin vê encamê, karbeşiya jin û mêran wekî hev bûye.

Pirtûka Mêrê Nêçirvan. Ev berhem nêçirvaniya jinê red kiribû.

Zanyar didin zanîn, bêyî nêçira hevpar a di navbera jin û mêran de, ne mimkûne ku mirov di komên biçûk de bijîn.

Teoriya ku dibêje bi tenê mêr nêçirvaniyê kirine bi pirtûka The Hunter Man (Mêrê Nêçirvan) a Richard B. Lee û Irven DeVore ya di 1968’an de ket rojevê.

Piştî vê pirtûkê gelek lêkolînên din a li ser nêçirvaniyê mêr hatibûn weşandin.

Infowelat

————————-

Foto: Wêneyeke nêçirvaniya jinê ji xwe re kiriye mijar /Jêder: Spiencia 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …