Bultena Kurdistanê dest bi weşanê kir

Kurdistan wekî bulteneke Infowelatê hatiye dîzaynkirin û wê ji mehê carekê bê weşandin. Hemû meseleyên derbarê Kurdistanê de wê mijarên bultenê bin.

Infowelat di 1ê kanûnê de dest weşana Kurdistanê kir. Kurdistan wekî bulteneke Infowelatê hatiye dîzaynkirin û wê ji mehê carekê bê weşandin. Hemû meseleyên derbarê Kurdistanê de wê mijarên bultenê bin.

Polîtîkaya weşanê ya bultenê perspektîfa self-determînasyonê, parastina ziman û nirxên din ên neteweyî ji xwe re esas digire.

Bulten fikra Kurdistana serbixwe û azad diparêze û lewma wê hewl bide piraniya gotar, analîz û wergerên li ser van mijaran hilbijêre.

Bultena Kurdistanê ji bo xurtkirina nîqaşa li ser mijarên li jor hatine diyarkirin wê cî bide fikr û ramanên cuda jî.

Nivîsên di hejmara yekemîn a Kurdistanê de cî girt in ev in:

  • Siyaseta sivîl hilweşiya
  • PKK ji bo serxwebûnê hat damezrandin
  • Kurd û Amerîka û Îsraîl
  • Medyaya Kurd û asîmîlasyon
  • Doktrîn şerê tunel û gerîla ye
  • Kurd rojhilatê Kurdistanê tenê hiştin
  • Dema Brîtanya piştgiriya şerê qirkirina Kurdan kir
  • Konfederalîzma Kerkûkê û serdestiya Iraqê
  • Hannibal Kurd û Demokratîkbûna Tirkiyeyê
  • Kurdistan warê çandiniya genim e

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …