115 saliya rojnameya Kürt Teavün ve Terakkiyê

Rojnameya Piştgirî û Pêşketina Kurd (Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi – KTTG) di dîroka çapemeniya Kurdan de piştî rojnameya “Kurdistan”ê weke rojnameya duyem tê qebûlkirin.Rojnameyê 5´ê Kanûna 1908´an hejmara xwe ya yekem derxistibû.

Rojnameya Piştgirî û Pêşketina Kurd (Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi – KTTG) di dîroka çapemeniya Kurdan de piştî rojnameya “Kurdistan”ê weke rojnameya duyem tê qebûlkirin. Rojnameyê 5´ê Kanûna 1908´an hejmara xwe ya yekem derxistibû. Rojname weşana Cemiyeta Piştgirî û Pêşketina Kurd (Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti – KTTC) bû. Bi qasî îro tê zanîn, 9 hejmarên rojnameyê derketine û zimanê wê jî Kurdî û Tirkî bûye. Ew bû rojnameya yekem a ku tê de nivîsên bi Soranî hatin weşandin.

Herçî siyaseta weşanê ya rojnameyê bû, wê hewl da têkiliyên Kurd û ermeniyan baş bike û di biwara meseleya neteweyî de jî banga yekîtiyê li Kurdan dikir. Rojnameyê Meşrûiyeta Osmanî erênî pêşwazî kiriye û cih daye name û telgrafên malmezinên Kurd ên di vê biwarê de.

Rojnameyê de gelek nûçeyên ji Kurdistanê cihê xwe girtine û li gorî derfetên hingê, ne şaş e mirov bibêje, serketî bûye.

Nivîsên wê hinek bi Tirkî, hinek bi Kurdî û hinek jî bi her du zimanan bûn. Sermeselê nivîseke Halil Hayalî bi navê ‘Kürtçe Lisanımız Weten û Îttîfaqa Kurmanca’ paragrafa pêşî bi Kurdî ye û paragrafa duyem bi Tirkî ye.

Nivîsên wê hinek bi Tirkî, hinek bi Kurdî û hinek jî bi her du zimanan bûn. Sermeselê nivîseke Halil Hayalî bi navê ‘Kürtçe Lisanımız Weten û Îttîfaqa Kurmanca’ paragrafa pêşî bi Kurdî ye û paragrafa duyem bi Tirkî ye.

Kesên ku di rojnameyê de bi Kurdî nivîsandine, Bediuzzeman Mela Saîdê Kurdî, Seyyah Ahmet Şevqî yê Erdîşî, Halil Hayali, Mihemed Tahir Cizîrî, Tewfîqê ji Silêmaniyê (Pêremerd).

Hejmara yekemîn a rojnameyê di 5ê kanûna 1908’an de derket.

Ji van tenê Tewfîqê ji Silêmaniyê bi Soranî nivîsandiyê, yên mayî, bi Kurmancî nivîsandine.

Li gorî tê zanîn rojname, rojnameya Kurdistanê piştî bûyera 31´ê Adarê ya 1909´an hatiye girtin. Muhtemel e ku KTTG jî piştî hingê nehatibe weşandin. Xwedî û Rêveberê rojnameyê Tewfîqê ji Silêmaniyê yanî Pîremerd bû. Ji xwe ew jî bi îdîaya “îrtîcayê” piştî bûyera 31´ê Adarê hatibû hepskirin.

———————–

Ji berhemên li jêr sûd hat wergirtin.
* Malmîsanij, Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti ve Gazetesi, Weşanên Apec, 1998
  Ev nivîs ji beşa Kurmancî ya Ozgur Polîtîkayê hatiye wergirtin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …