Infowelat Editorial

Guardiola piştevanîya serxwebûna Katalonyayê dike

Guardiola vê havînê dawî li karîyera xwe ya li Manchester Cityê tîne. Guardiloayê li tevahîya cîhanê wekî menajerekî serfiraz tê naskirin, destekê dide doza serxwebûna Katalonyayê. Pep Guardiola vê havînê dawî li karîyera xwe ya serfiraz a li Manchester Cityê tîne. Guardiloayê li tevahîya cîhanê wekî menajerekî serfiraz tê naskirin, …

Bêtir »

The Federalist Papers bingeha federalîya Amerîkayê ava kir

The Federalist Papers çend gotarên xurt in ku tê de Destûra Bingehîn a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê parastin. Ev gotar ku tê de hikumeteke federal a bi hêz tê pêşnîyazkirin, bandorê li federalbûna Amerîkayê kirin. The Federalist Papers ku ji 77 gotaran pêk dihat, di 28ê gulana 1788an de …

Bêtir »

Fransa pêşîya perwerdehîya “zimanên herêmî” vedike

Wezareta Perwerdehîyê ya Fransayê ragihand ku ew ê ji bo “zimanên herêmî” statuyeke taybet pêşkêş bike. Daxuyanî ji alîyê parlamenterên ji bo parastina ziman xebatên dikin bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Fransa xwe amade dike ji bo zimanên hatine marjînalkirin statuyeke taybet pêşkêş bike. Daxuyanîya derbarê mijarê de ji alîyê Wezareta …

Bêtir »

Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Solothurnê

Dîroka Solothurnê ya Serdema Navîn li ser xeta zimanî ya gallo-romanî (fransîya kevin) û alemanî dest pê dike. Pişt re, almanîya bilind a kevn li erdên herêmê serdest dibe û dibe bingeha nasnameya îro ya kantonê. Di vê serdemê de piranîya dîroka herêmê bi pêşbazîya sîyasî-leşkerî ya Bern û Baselê …

Bêtir »

Ji sempozyûma Wanê banga ji bo kurdî: “Welatparêzî bi zimanê bîyanî nayê kirin”

Qahir Bateyî: “Ji bo parastina zimanê kurdî divê kurd xwedî stratejiyeke radîkal bin. Heke partî, serok û siyasetmedarên kurdan vê yekê nekin, wê zimanê me bihele û biçe. Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin.” Egîtîm-Sena Wanê îsal jî di Roja Zimanê Kurdî de “Sempozyûma Zimanê Kurdî” li dar xist. Sempozyûma bi navê …

Bêtir »

Aktîvîstên baskî daxwaza wekhevîya ziman kirin

Bi hezaran kes bi armanca parastina zimanê baskî li bajarê Bilbaoyê kom bûn. Di çalakîyê de daxwaza rêzgirtina wekhevîya ziman a di sazîyên fermî de hat kirin. Çalakî ji alîyê sendîkayên Welatê Baskê hat lidarxistin.   Xwepêşandaneke mezin a ji bo parastin û normalkirina bikaranîna baskî di 9ê gulanê de …

Bêtir »

Aktîvîstên ziman ji bo fermîbûna astûrî meşîyan

Aktîvîstên zimanê astûrî ji bo statuya ziman li bajarê Oviedoyê ya li Herêma Otonom a Astûrîyasê meş û mîtîngeke girseyî li dar xistin. Di çalakîyê daxwaza fermîbûna astûrî hat kirin û partîya îspanyolîst PP ji ber helwesta wê ya li hember astûrî hat şermezarkirin.  Li herêma Astûrîyas a li bakurê …

Bêtir »

Kaja Kallas: Mafên perwerdehiya kurdî parçeyê nîqaşên YE yên li ser Sûrîyeyê ye

Wezîrên Karên Derve yên YE’yê dema hevdîtina li Brukselê ya ku Wezîrê Karên Derve Feysel Mekdad jî beşdar bû, Sûriyê û mafên kêmaran nîqaş kirin. Nûnera Payebilind A Polîtîkaya Karên Derve û Ewlekariyê ya YE Kaja Kallasê ji Rudawê re got, gelê Kurd û perwerdehiya bi zimanê Kurdî jî di …

Bêtir »

Çawa artêşa gerîla kolonyalîzmê têk bir?

Di 7ê gulana 1954an de şervanên vietnamî artêşa fransî têk birin. Serkeftina leşkerî derî li serxwebûna Vietnamê vekir. Di 7ê gulana 1954an de hêzên vîetnamî artêşa fransî têk birin. Serkeftina leşkerî ya li Dien Bien Phuyê derî li serxwebûna Vietnama vekir. Dien Bien Phu devereke li bakurê Vîetnamê ya li nêzîkî …

Bêtir »

Pirtûka “Ziman: Man û Neman“ hat weşandin

Pirtûka Samî Tan a li ser zimanê kurdî hat weşandin. Dîrok û taybetîyên zimanê kurdî, peyvsazî û xweşbêjîya zimanê kurdî û rewşa kurdî û têkoşîna ji bo kurdî beşên vê pirtûkê ne.   Pirtûka “Ziman: Man û Neman” ji alîyê Weşanên Sîdar ve hat weşandin. Pirtûk ji alîyê zimannasê kurd Samî …

Bêtir »

Mussolini di 1945an de hat kuştin

Partîzanên Îtalyayê di nîsana 1945an de dîktatorê faşîst Benito Mussolini înfazkirin. Kuştina Mussolini di şerê ji bo rizgarîya Îtalyayê wekî bûyereke giring tê qebûlkirin. Îro salvegera înfazkirina dîktatorê Îtalyayê Mussolini ye. Benito Mussolini di 28ê nîsana 1945an de ji alîyê partîzanên îtalî ve hat înfazkirin. Kuştina dîktatorê faşîst a di …

Bêtir »

Lêçûyînên ji bo mîlîtarîzmê derket asta rekorê

Mesrefên leşkerî li sala 2025an de asta rekorê. Cîhan par nêzîkî 3 milyar trîlyon dolar ji bo mîlîtarîzmê mesref kir. Lêkolîna derbarê mijarê de ji alîyê SIPRIyê ve hat kirin. Înstîtuya Lêkolînên Aştîyê yên Navneteweyî yên Stockholmê (SIPRI) ragihand, lêçûyînên leşkerî di sala 2025an de derket asta herî bilind. Dewletên …

Bêtir »

Şandeya Peyasê çû serdana navenda perwerdeya li Swêdê

Nûnerên Beledîyeya Peyasê ji bo vekolînên li ser modela perwerdeya kurdî çûn Swêdê.  Bi vê armancê, li Vasterasê bi berpirsîyara navenda perwerdeya ziman Liselotte Dahlberg-Jakobsson û cîgirên wê Sari û Asa Ewertson, Haydar Diljen û Mahmûd Lewendî re hevdîtin hatin kirin. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar tevlî şandeyekê çûn serdana …

Bêtir »