Trump ji bo çekan bişîne Ukraynayê, bi NATOyê re peymanekê mor kir.
Ji bilî şandina çekan, Amerîka baca bazirganîyê li hemberê Rûsyayê wê 100 ji % zêde bike.
Trumpê ji Putîn hêrs bûye hem wê çekan bide Ukraynayê hem jî wê ambargoya aborîyê ya li dijî Rûsyayê re derxe asteke bilind.
Serokê Amerîkayê biryarên xwe yên nû di civîna bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Marc Rutte eşkere kirin.
Civîn di 14ê tîrmehê de li Washingtonê hat lidarxistin.
Donald Trump di civînê de ji bo çekan bişîne Ukraynayê, bi NATOyê re peymanekê mor kir.
Ji bilî şandina çekan, Amerîka baca bazirganîyê li hemberê Rûsyayê wê 100 ji % zêde bike.
Trump sepandina bacê li ser Rûsyayê bi şertekî vê girê da.
Eger Rûsya heta 50 rojan şerê li Ukraynayê bi dawî neke wê bac têkevin merîyetê.
Trump derbarê vê mijarê de wiha axivî:
“Em ji Rûsyayê ne memnûn in û emê tarîfeyên pir giran….li derdora 100 ji % têxin merîyetê.
250 milyar dolar mesref
Trump wiha dom kir:
“Me ji bo vî şerî 250 milyar dolar mesrefê kir…û em dixwazin bi dawî bibe. Pûtîn ez xemgîn kirim ji ber ku ez difikirîm du meh berê em ê peymanekê îmze bikin.”
Lîderê amerîkî di demên dawî de şeş caran bi serokê Rûsyayê Pûtîn re bi telefonê axivî bû.
Ligel ewqas hewldanan jî Trump nikaribû Pûtîn ji bo agirbestê qanih bike.
Çend roj berê Trumpê sebra wî nemabû, gotibû “Putîn misêwaye rêxê davêje ser me.”
Infowelat
——————————————————–
Foto: Donald Trump di dema civîna bi Rutte re