Aktorekî fêlbaz, xwedî dîrokeke dirêj a serdestîyê û ajandayeke zelal a îdeolojîk li hemberê kurdan e. Kurd neçar in bi vî aktorî re bidin bistînin lê divê di heman demê de serxwebûna xwe ya îdeolojîk-polîtîk bidomînin.
Serokomarê Tirkîyeyê Tayyîp Erdogan duh axaftineke krîtîk a li ser meseleya kurd kir ku herkes bi miraq li bende bû. Bi dûv axaftinê re, gelek derdor li gorî posîzyon û bendewarîyên xwe analîza naveroka gotinên wî kirin. Dîtineke berfireh a li ser vê axaftinê ev bû, naverok bi rengekî gelek kone hatîye amadekirin û li ser meseleya piştî merasîma çekberdanê wê çi gavên şênber bê avêtin, tiştek nehat gotin.
Berpirsî qebûl kir
Alîyê herî giring a axaftinê ev bû, şefê dewleta tirk bi gotinên zelal berpirsîyarîya prosesa heta niha ji alîyê Îmralî, DEM Partî, MHPê ve dihat meşandin, girt ser xwe. Loma jî ji vê nuqteyê şûn ve vegera bi rengekî hêsan ji vê pozîsyonê ji bo Erdogan wê ne mimkûn be. Vegereke bi rengî, ji bo bawerberî û îtîbara hikumeta wî ya li hundir û li cîhanê wê bibe meseleyeke mezin.
Îdeolojîya neo-osmanî
Erdogan di axaftinê de bî îdeolojîya xwe ya neo-osmanî re lihev, biratîya kurd, tirk û ereban pêşnîyaz kir. Bingeha vê “biratîyê” dîn e û hêza serdest a vê vîzyona îslamîst dixe merîyetê, tirk in. Kurd û ereb di bin vê sîwana tirk-îslamî de wê bikaribin hebûna xwe dom bikin. Ev yek, bingeha kemalîst a dewleta tirk ku li ser înkara kurdan, sekularîyê (laîqbûnê) û lidervehiştina welatên ereb hatibû damezrandin, hildiweşîne.
Ajandaya împeryalî
Erdogan çareserkirina meseleya kurd (herçiqas bi retorîka “terorê” hatibe pêçandin jî) di bernameya xwe ya berfireh a ji bo Tirkîyeyê û Rojhilata Navîn de bi cî dike. Bêguman, ev cûreyeke împeryalîzmê ye ku dixwaze bi rêya kurdan û erebên hevkar li herêmê bigihîje armancên xwe. Erdogan bi gotinên “meseleya kurdên li Sûrîye û Iraqê meseleya Tirkîyeyê ye” Rojava û Başûr jî xist nava dike palpiştên dewleta xwe ya di vê rêyê de. Herwiha, gotinên wî yên herwekî DEM Partîyê tevlî tifaqa AKP-MHPê bûye, asta lîstikvanîya wî ya bikaranîna sîyaseta kurd a ji bo berjewendîyên rêveberîya xwe bi eşkereyî nîşan dide.
Sûcên şer ên dewletê
Nuqteyeke balkêş a vê axaftinê ev bû, Erdogan têkçûna hemû hewldanên dewleta tirk a ji bo tunekirina tevgera rizgarîya kurdan mikur hat. Şefê dewleta tirk bi gotinên “gundên hatine şewitandin”, “Torosên Spî” “kuştinên faîlê wa ne dîyar” û Girtîgeha Dîyarbekirê” sûcên dewleta tirk qebûl kirin. Mukurhatina di asta herî bilind de bû derbeyekê li dijî propagandaya şerê taybet a Tirkîyeyê.
Rîska li hemberî PKKê
Erdogan di axaftina xwe de ji bo meseleya çekberdanê avakirina komîsyona di parlamentoyê de nîşan da û qala amadekirina çarçoveya qanûnî kir. Wisa xuya dike, Erdogan pêwendîya prosesa çareserkirina meseleya kurd a bi demokratîkbûna Tirkîyeyê re qebûl nake. Loma jî hem prosesa dawî hem jî wekî xwedî nasnameya aktorekî serbixwe û progresîst, tevgera kurd bi rîskeke mezin re rû bi rû ye. Dewleta tirk di şexsê Erdogan-Bahçelî de dixwaze hemû rêxistinên kurdan, tevlî hemû destkeftinên wan ji bo bernameya xwe ya tirk-îslam-împeryalî bi kar bîne.
Wekî tevgera motor a her çar parçeyên Kurdistanê, amadekarîyên PKKê ya di vê rewşê de, naveroka danûstendina wê ya bi dewleta tirk re û forma têkoşîna demokratîk a piştî bêçekbûnê, wê bi dehan salan bandorê li ser qedera gelê kurd bike. Çawa ku Erdogan êdî nikare bi hêsanî ji vê prosesa dawî vegere, ji bo PKKê jî ev yek zehmete. Aktorekî fêlbaz, xwedî dîrokeke dirêj a serdestîyê û ajandayeke zelal a îdeolojîk li hemberê kurdan e. Kurd neçar in bi vî aktorî re bidin bistînin lê divê di heman demê de serxwebûna xwe ya îdeolojîk-polîtîk bidomînin.
Edîtor