Girtiyên PKKê 43 sal berê di oxira Kurdistaneke azad û serbixwe de li Girtîgeha Amedê canê xwe dan.
Di ser berxwedana rociya mirinê ya Girtîgeha Amedê re 43 sal derbas bûn. Di rociya mirinê ya Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ya di 1982an de çar endamên Komîteya Navendî ya PKKê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek jiyana xwe ji dest dan
Piştî cûntaya leşkerî ku di 12 îlona 1980an de li Tirkiyeyê darbeyek pêk anî, êrîşên li dijî hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê ku di nava wan de hêzên kurdistanî jî hebûn, gihîşt asta herî bilind. Bi taybetî, Girtîgeha Leşkerî ya Amedê di vê demê de wekî navenda îşkence û her cure zilma li dijî kadroyên PKKê hat bikaranîn.
Di vê girtîgehê de cara pêşiyê Mazlûm Dogan ji bo protestokirina zilmê di 21ê adara 1982an de xwe şewitand. Bi dûv vê çalakiyê re, di 18yê gulana heman salê de Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner xwe şewitandin.
Digel van çalakiyan jî zilm û zora li dijî girtîyan berdewam kir. Di 14 tîrmeha 1982an de bi armanca protestokirina zilma li ser girtiyan û astengkirina parastina girtiyan a li dadgehê, rociya mirinê hat destpêkirin. Biryara çalakiyê wê rojê ji aliyê Mehmet Hayrî Dûrmûş ve li dadgeha leşkerî hat ragihandin. Ligel Kemal, Elî û Akîf gelek girtiyen din jî beşdarê vê çalakiyê bûn.
Di encama çalakiyê de, Kemal Pîr di 7ê îlonê de, Mehmet Hayrî Dûrmûş di 13yê îlonê de, Akîf Yilmaz di 15yê îlonê de û Elî Çîçek di 17yê îlonê de jîyana xwe ji dest dan.
Bobby Sands û rociya mirinê
Salek berîya çalakîya şoreşgerên Kurdistanû, Bobby Sands û hevalên wî rociya mirinê xistin rojeva cîhanê. Bobby Sansds ku têkoşêrê doza serxwebûna Îrlandayê bû, bi mebesta proteskorina kiryarên dagirkerên îngilîz, di 1981an de tevlî hevalên xwe dest bi greva birçîbûnê kir. Di dema vê çalakiyê de Sands di hilbijartinê herêmî de bû endamê Parlamentoya Brîtanyayê yê rêxistina Antî H-Blokê.
Çalakiya Sands di 1ê adara 1981an de li Girtîgeha Mazeê yê nêzîkî Belfastê dest pê kir.Ji ber ku rêvebiriya îngilîz daxwazên çalakvanan qebûl nekirin, 10 çalakvan jiyana xwe ji dest dan.
Infowelat
Foto: Girtîgeha Amedê