infowelat.com

Hong Kong: Çîroka otonomîyekê ku bi demê re lawaz bû

1ê tîrmehê salvegera herî krîtîk a dîroka nûjen a Hong Kongê ye. Di 1ê tîrmeha 1997’an de, li gorî peymana navbera London û Pekînê, serweriya Hong Kongê piştî 156 salên desthilatdarîya Brîtanyayê derbasî Komara Gel a Çînê bû. Ev rûdan ku wekî dawîya teqez a Împaratorîya Brîtanî ya li herêma …

Bêtir »

Konfederasyona Kanadayê di 1867an de hat damezrandin

Prosesa ku di 1ê tîrmeha 1867an de bi yekbûna çar parêzgehan û avabûna Konfederasyona Kanadayê dest pê kir, piştî sedsal şûn de bi dawî bû. Bi Qanûna Destûra Bingehîn a sala 1982an  Kanada bû xwedî serweriyeke tam. Ev dîroka ku ji Konferansên Quebec û Londonê heta Statûya Westminsterê ya 1931an dirêj …

Bêtir »

Davyth Hicks: “Yekîtiya Ewrûpayê divê katalanî venase”

Davyth Hicksê ku sekreterê giştî yê Tora Ewrûpî ya Wekhevîya Zimanan (ELEN) e, dibêje ku YE  ji aliyê qanûnî û siyasî ve berpirsiyar e ku katalanî biparêze. Li gorî wî, dayîna statûya zimanê fermî ya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo katalanî mafên milyonan kesan xurt dike, girîngiya pirzimanî û cihêrengiya çandî …

Bêtir »

Li diyasporayê mertalê li dijî asîmîlasyonê: Hîndekarîya kurdî li Swîsreyê

Hesen Huseyîn Deniz Li bajarê Zurichê yê Swîsreyê, sala hîndekariya kurdî ya 2025-2026an bi şahiyekê bi dawî bû. Komeleya Hîndekariya Kurdî ku ji sala 2008an ve bi dildarî xebatên xwe dimeşîne, îro li kantonên mîna Bern, Baselland, Baselstadt, Luzern û Zurichê dersên kurdî dide zarokan. Bi saya hevkariya Wezareta Çandê …

Bêtir »

Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Nidwaldenê

Nidwalden wekî sê cîranên xwe (Obwalden, Uri, Schwyz) kantoneke biçûk a almanîaxêf e û li navenda Swîsreyê ye. Piranîya erdên Nidwaldenê ji beşeke Çîyayên Alpan (Unterwaldner Voralpen) pêk tê. Lêbelê çiyayê herî bilind a li Nidwaldenê Rotstöckli (2901 mêtro) ye ku beşeke Alpên Uriyeyê ye. Gelî û çîyayên vê kantonê …

Bêtir »

Soweto: Dema ku ziman bû sebeba serhildanê

Di 16ê hezîrana 1976an de, bi hezaran xwendekarên reş li bajaroka Sowetoyê ya Afrîkaya Başûr li dijî siyaseta perwerdehiyê protestoyekê li dar xistin. Serhildan, piştî biryara hikûmetê dest pê kir ku zimanê afrîkanî (afrikaans) li dibistanên reşan kir zimanê perwerdeyê. Bersiva tund a polîsan bû sebema ku gelek xwendekar werin …

Bêtir »

Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Obwaldenê

Dîroka Obwaldenê ya wekî erdeke xwedî nasnameya xweser di sedsala 14. de dest pê dike. Herêm berîya vê demê parçeyeke Mîrektîya Burgûndîyayê bûye û paşê ketîye bin kontrola Împaratorîya Roma-Cermen. Serdestên Habsbûrgan di sala 1291an de hin malmezinên li herêmê bi rengekî hiqûkî nas kirine û ev jî bûye bingeha …

Bêtir »

Navarra sînorên li pêşîya zimanê baskî radike

Seroka Navarrayê Maria Chivite ji bo naskirina zimanê baskî wekî zimanê xwemalî li seranserê herêmê, pêşnîyaza guherîna statuya xweserîyê kir. Armanca vê reformê rakirina sînorên ji bo zimanê baskî ne. Ev pêngav ji aliyê partiyên netewperest ên Welatê Baskê ve wekî xaleke dîrokî  hat nirxandin. Seroka Hikûmeta Herêma Navarrayê, Maria …

Bêtir »

Lîderên G7 li ber Gola Cenevê civîyan

Civîna 52. a G7ê li bajarê Evian-les-Bains ya li Fransayê hat lidarxistin.  Di bin serokatîya dorveger a Fransayê de, lîderên aborîyên herî pêşketî yên cîhanê krîzên jeopolîtîk û aborîya cîhanê gotûbêj kirin. Di civînê de biryarên giring li ser şerê Ukraynayê, alozîya li Rojhilata Navîn, ewlehîya sîber, meseleya koçberîyê û …

Bêtir »

Referandûma Swîsreyê: Bajar û Romandî însîyatîfa rastgir red kirin

Di referandûma 14ê hezîrana 2026an de, gelê Swîsreyê bi rêjeya %54,8 pêşniyaza Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) ya ji bo “bisînorkirina nifûsê di 10 milyonî de” red kir. Nexşeya dengdanê nîşan dide ku herêmên gundewar ên almanîaxêv piştgirî dane vê însîyatîfê, lêbelê bajarên mezin û kantonên fransîaxêv bi piraniyeke mezin …

Bêtir »

Fîlîpînan roja serxwebûnê pîroz dike

12ê Hezîranê li Fîlîpînan wek Roja Serxwebûnê tê pîrozkirin. Gelê Fîlîpînan piştî şoreşek li dijî desthilatdariya Îspanyayê di 1898an de serxwebûna xwe ragihand. Lê piştî vê yekê welat ket bin kontrola Amerîkayê û têkoşîna ji bo azadiyê dewam kir. Roja Serxwebûnê îro wek sembola berxwedan û têkoşîna gelê Fîlîpînan li …

Bêtir »

YE ji bo endamtîya Rojavayê Balkanan soz da

Lîderên YEyê li civîna li Montenegroyê de soza ji bo berfirehkirina Yekitîya Ewrûpayê dûbare kirin. Naveroka civînê dilê welatên li Rojavaya Balkanan xweş kir ku hemû jî dixwazin bibin endamên Yekitîya Ewrûpayê. Yekitîya Ewrûpayê ji bo Rojavayê Balkanan li Montenegroyê civînekê li dar xist. Lîderên yekitîyê û welatên li vê …

Bêtir »

Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Basel-Landschaftê

Piştî veqetîna Basel-Landschaftê û Baselê ji hev, Basel-Landschaftê bû bû nîv-kanton. Nîv-kantona din jî Basel e û her du tevlî hev wekî kantonekê tê pênasekirin. Alozîyên civakî, aborî û siyasî ya di navbera bajar û herêmên gundewar de sebeba vê parçebûnê bû. Parçebûna kantonan a di navbera du alîyan de …

Bêtir »

Frederiksen cara sêyemîn dibe serokwezîra Denmarkê

Serokwezîra Denmarkê Mette Frederiksen ji bo avakirina hikumeteke koalîsyonê bi sê partîyên di parlamentoyê de li hev kir. Bi vê encamê, lîdera denmarkî wê ji bo cara sêyemîn erka xwe bidomîne. Frederiksen ji sala 2019an û vir ve serokwezîra Denmarkê ye. Serokwezîra Denmarkê Mette Frederiksen ji bo damezrandina hikumetê bi …

Bêtir »