Mîhrîcana zarokên kurd li Swîsreyê hat lidarxistin

Bajarê Wintherthurê ya li Kantona Zurichê malovanîyê ji mîhrîcana zarokên kurd re kir.

Mîhrîcan ji alîyê bernameyê ve gelek dewlemend bû.

Swîsre di salên dawî de bi çalakîyên ji bo zimanê kurdî bêtir derdikeve pêş.

Kursên kurdî yên bi desteka kanton û beledîyeyan tên lidarxistin, hin ji van destkeftinan e.

Herdu ensîtuyên kurdî yên li vî welatî, tevlî hin dildarên din hewl didin zarokan ji asîmîlasyonê rizgar bikin.

Vê carê jî li vî welatê Çiyayên Alp mîhrîcaneke zarokan hat lidarxistin.

Bajarê Wintherthurê ya li Kantona Zurichê malovanîyê ji vê bernameyê re kir.

Mihrîcan li Qada Barbara-Reinhart a Winterthurê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Hevseroka Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Dîlber Hêma di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê  dayikê:

“Ziman sedema hebûna gel e. Di fêrbûna zimanê zikmakî de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê malbatê. Divê em li malê bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin.”

Çalakîyên mîhrîcanê

Di bernameya mihrîcanê de komên govend û muzîkê yên zarokên Winterthurê, komên şanoyê, govend û koroyê yên zarokên Schaffhausenê derketin ser dikê.

Herwiha li derve jî pêşbirkên bezê, hilgirtina hêkan û pêşbirka zarokan a bi kîs pêk hatin.

Ji bo zarokên ku di pêşbirka wêne, helbest, kişik û werzîşê de serkeftî bûn, xelat hatin dayîn. Defîleya zarokan a bi cilên folklorîk jî balê kişand.

Performansa Koma Folklorê ya TÎbetê bi govendên xwe reng da mihrîcanê.

Paşê, Dîlber Hêma çîroka kurdî ku ya ji bo zarokan nivîsî bû, ji beşdarîan re xwend.

Di dawîya mihrîcanê de hunermend Rotînda û Şerîf Omerî performansên xwe yên muzîkê pêşkêş kirin.

Piştç govenda malbat û zarokan mîhrîcan êvarê bi dawî bû.

Infowelat

————————————————-

Foto: Performanseke mîhrîcana Wîntherthurê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …