Saziya Equality Now û Kampanyaya Mafên Hemwelatîbûnê yên Wekhev a Gerdunî ji bo dawî li cudakarîyên qanûnên hemwelatîbûnê bê anîn bang kir.
Saziya mafên mirovan a Equality Now ji bo dawî li cudakariya li dij jinan bi dawî bibe, banga tevgerê kir.
Equality Now ku navenda wê li New Yorkê ye, diyar dike ku yek ji çarên welatên cîhanê mafê welatîbûnê yên didin mêran nedane jinan.
Jinên li welatên di vê rewşê de nikarin bibin welatî, mafên welatîbûnê nikarin dewrî zarok an hevserên xwe bikin.
Ev jî dibe seben, xizanî, şîddet, qaçaxtiya mirovan û zewaca bi jinên di temenê zaroktîyê de zêde dike.
Koordînatora Medyayê ya saziyê Maithreyi Kamalanathan got, li hin welatan jin nikarin zarok an jî hevserên xwe yên biyanî bikin welatî.
Rêvebera kampanyaya ji bo vê meseleyê Catherine Harrington jî binpêkirina mafên jinan ên hemwelatîbûnê zirarê dide civakê û wiha dibêje:
“Li çi welatê ku mafê wekhev welatîbûnê nadin jinan, li wî welatî pêşdeçûn çê nabe.”
Catherine Harrington wekî mînak Libnanê da û got, jineke libnanî bi filîstîniyekî bê statû re dizewice lê vê jinê nikare zarokên xwe derbasî welatîbûna Libnanê bike.
Rewşa bi vî rengî dibe sebeb, zarokên bibin hedefên qaçaxşiya mirovan û bi darê zorê bên zewicandin.
Jinênku ne xwedî welatîbûnê ne, piranî di karên reş de dixebitin ku li derveyî pergala fermî ya hiqûqa kar e.
Tevî ku jin li van cîyên kar rastî taciza cinsî û îstismarê tên jî, nikarin giliyê xwe bikin.
Equality Now di vê mijarê de rêberekeke înfornmasyonê jî belav kir.
Di rêberê de pêşnîyaz li welatan tên kirin ku ka ew çawa dikarin qanûnên xwe li gorî wekhevîya zayendî saz bikin û berpirsiyariya xwe pêk bînin.
Infowelat
—————————————————-
Foto: Alên welatên cîhanê/Equality Now