PDK û YNK hevkarîyê xurt dikin

Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî li Pîrmamê hevdîtineke giring kirin.

Mijara sereke ya rojeva civînê, nedayîna mûçeyên karmendan û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bû.

Her du partîyên sereke yên başûrê Kurdistanê hewl didin meseleyên xwe bi rêya dîyalogê çareser bikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji bo çareserkirina krîza darayî li hev rûniştin.

Di vê çarçoveyê de, lîderê kurd Mesûd Barzanî û serokê YNKyê Bafil Talebanî li Pîrmamê hevdîtineke giring kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û endamên polîtburoyên PDK û YNKyê jî beşdarî civînê bûn.

Mijara sereke ya rojeva civînê, nedayîna mûçeyên karmendan mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bû.

Bi dûv civînê re vê daxuyanîyê hat dayîn:

“Li ser wê yekê lihevhatin çêbû ku hemû hewl ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên zêdekirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku aliyên siyasî, aborî û civakî bi awayekî berfireh hatine gotûbêjkirin.

Herwiha hat dîyarkirin, gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan wê “di çarçoveya destûrê de û bi hevahengiya tam a her du aliyan” bên avêtin.

Daxuyanî wiha dom kir:

“Ji bo derbaskirina astengî û zehmetiyan û bi armanca parastina statu û destkeftiyên Herêma Kurdistanê, dê girîngiyeke taybet ji bo xurtkirina zêdetir a pêwendiyên di navbera PDK û YNKê de bê dayîn.”

Li gel Serok Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî jî beşdarî civînê bûn.

Infowelat

….………………………………………………

Foto: Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya ji bo koçberên kaçax plana efûyê derdixe

Îspanya ji bo 500 hezar koçberên kaçax efûyekê derdixe. Koçber wê bikaribin serî li mafê rûniştinê …