Dewleteke nû li Pasîfîkê tê avakirin

Fransa û Kaledonyaya Nû ji bo statuya herêmê li hev kirin.

Statu destûrê dide, Kaledonyaya Nû bibe dewlet û ji alîyê sîstema navdewletî ve bê naskirin.

Fransa bi Kaledonyaya Nû re peymaneke dîrokî mor kir.

Bi vê peymanê, Parîsê statuyeke nû ji bo vê girava li Okyanûsa Pasîfêkê qebûl kir.

Statu destûrê dide, Kaledonyaya Nû bibe dewleteke nû û ji alîyê sîstema navdewletî ve bê naskirin.

Heman statu destûrê dide girav di bin kontrola polîtîk a Fransayê de be.

Peymana mijara gotinê encama muzakereyên 10 rojan e ku nêzîkî Parîsê hatin lidarxistin.

Nûnerên hilbijartî, elîtên sîyasî, aborî û civaka sivîl tevlî civînan bûn.

Di peymanê de çi hene?

Yek ji alîyê giring ê naveroka peymanê mafê welatîbûnê ya Kaledonyaya Nû ye.

Niştecîyên herêmê wê hem mafê welatîbûna giravê bi dest bixin hem jî welatîbûna xwe ya Fransayê bidomînin.

Ji bilî cotwelatîyê, meseleya herî aloz di navbera Fransa û herêmê de jî hat çareserkirin.

Kesên encax deh salan li Kaledonyaya Nû îkametê kiribin wê bikaribin di hilbijartinan de deng bidin.

Serhildana par ji ber hewldana reforma vê mijarê ya ji alîyê Fransayê ve rû dabû.

Fransa dixwest kesên ji derve hatine giravê bikaribin di hilbijartinan de deng bidin.

Sîyaseta serxwebûnxwaz bi hinceta ku bi vê reformê wê hêza alîgirên yekitîya bi Fransayê re xurtir bike, serî hildabûn.

Alîkarîya aborîyê ya ji bo giravê û pêşxistina parzûnkirina nîkelê jî di peymanê d ecî digire.

Peyman wê ji bo erêkirinê biçe ber destên parlamento û senatoya Fransayê û paşê wê bi referandûmeke di 2026an de li Kaledonyaya Nû pêşkêşî gel bê kirin.

Serhildana 2024an  

Serxwebûnxwazên li Kaledonyaya Nû ji ber reforma hilbijartinê ya di parlamento û senatoya Fransayê de hatibû qebûlkirin, di gulana 2024an de dest bi çalakîyan kiribûn.

Çalakî di demeke kurt de veguherîbû serhildanekê û alozî bi hefteyan dom kiribû.

Di encama çalakî û êrişên hêzên fransî de 14 kes hatibûn kuştin û li derdora 2.3 milyar dolar zirara aborîyê pêk hatibû.

Kanak gelek niştecî ne

Kaledonyaya Nû ji giraveke mezin û çend giravên biçûk ên li başûrê Okyanûsa Pasîfîkê pêk.

Nifûsa vê herêma di 1853an de ketîye bin kontrola Fransayê 270,000 e.

Kaledonyaya Nû

Kanak gelê niştecî yê Kaledonyaya Nû ye 41 ji % nifûsê pêk tîne.

Kêmbûna nifûsa vî gelê otokton ji ber bicîbûna fransî û ewrûpîyan li Kaledonyaya Nû ye.

Ji ber vê realîteya demokrafîyê, kanak heta niha di du referandûmên ji bo serxwebûnê de têk çûn.

Infowelat

———————————————–

Foto: Ala Kaledonyaya nû

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …