Suweydaya li başûrê Sûrîyeyê vediguhere navenda alozîya nû.
Di encama pevçûnan dawî de zêdetirî 30 kes hatine kuştin.
Li Sûriyê, li Suweydaya ku wekî bajarê Durziyan tê pênasekirin, pevçûn berdewam dikin.
Di encama pevçûnên di navbera erebên niştecîyên durzî û erebên bedewî de herî kêm 30 kes hatin kuştin, zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.
Ji ber pevçûnên dijwar rêya Şam û Suweydayê hat girtin.
Pevçûnên li Suweydayê wekî pevçûnên mezheban tê pênasekirin.
Rayedarekî rêveberiya Şamê diyar kir ku ji bo pevçûnan bi dawî bikin, hêzên leşkerî şandine herêmê.
Polîtîkayên netewperest û îslamî
Hêjayî gotinê ye, bûyerên li Sûweydayê ji ber polîtîkayên netewperest û îslamî ya Şamê rû didin.
Hikumeta Şamê dixwaze herêmên elewî, durzî, kurd û xrîstiyanan têxe bin kontrola xwe.

Bi vê polîtîkayê re paralel, li herêmên beravê daristan tên şewitandin.
Armanc ev e, herêm ji elewiyan bê paqij kirin.
Bûyerên li beravê, tevlî pevçûnên li Suweydayê dikarin careke din welêt bibin sebeba şerê navxweyî.
Infowelat
——————————————————
Foto: Dewrîyeyeke artêşa rêveberîya Şamê ya nêzîkî Suweydayê