A.Rahman Çelîk
Raporeke dawî nîşan dide, rewşa Tirkiyê di salên pêş de baş xuya nake û îhtimal heye, ji % 88ê Tirkiyeyê bibe çol.
Neteweyên Yekbûyî li ser guherîna avhewayê ya navbera salên 2023 û 2025’an raporek belav kir.
Raporê cî da Nuqteyên Hişkesaliyê yên li seranserê cîhanê.
Rapor dibêje hişkesaliya cîhanê di navbera du salên dawîn de zêde bûye û eger tedbîr neyên ragirtin, qeyraneke gerdunî wê rû bide û jiyanê tehdît bike.
Salên 2023 û 2024 ên ku bûne mijara raporê, wekî du salên herî germ ên heta niha ketine qeydan.
Ji ber sedema ku ev herdu sal germ derbas bûne, tê payîn ku sala 2025 jî wê germ derbas bibe.
Raporê tevî ku Başûr û Rojhilatê Afrîkayê, Avedaniya Amazonê, Panama, Meksîka, Rojhilatê Başûrê Asyayê û Avedaniya Deryaya Navîn nirxand, ciyekî taybet jî da Tirkiyê.
Rapor destnîşan dike ku rewşa Tirkiyê di salên pêş de baş xuya nake û îhtimal heye, ji sedî 88’ê Tirkiyê bibe çol.
Av dimiçiqin
Rapor diyar dike ku gelek avên Tirkiyê heta sala 2030’î wê bimiçiqin û vî welatî wê bibe welatekî xizanê avê.
Li gorî rapor dibêje, germahiya li Tirkiyê, salên pêş 4 û 5 dereceyan wê zêde bibe.
Pisporên babetê dibêjin Tirkiye yek ji welatên herê zêde di bin xetereya hişkesaliyê de ye.
Eger tedbîrên lezgîn neyên ragirtin, çandiniya Tirkiyê wê zirarê bibîne, avên bin erdê wê bimiçiqin û çavkaniyên ava vexwarinê wê zirareke mezin bibînin.
Foto: Nexşeya Tirkîyeyê