Macron xwest YE ji bo şerê bazirganîyê amade be

Macron bi daxuyanîyeke banga parastina “bi biryardarî parastina berjewendîyên Ewrûpayê” kir.

Gotinên serokê Fransayê Emanuel Macron rasterast bersiv in ji bo gefa dawî ya Trump.

Meseleya baca bazirganîyê ya di navbera Amerîka û Ewrûpayê de mezin dibe.

Macron bi daxuyanîyeke banga parastina “bi biryardarî parastina berjewendîyên Ewrûpayê” kir.

Gotinên serokê Fransayê Emanuel Macron rasterast bersiv in ji bo gefa dawî ya Trump.

Donald Trump di 12yê tîrmehê de ragihandibû, ew ê baca 30 ji % li hemberî hemû berhemên ji Yekitîya Ewrûpayê ferz bikin.

Tevlî vê jî Bruksel naxwaze nakokîya bi Amerîkayê re kûr bike û loma jî heta niha biryara zêdekirina baca berhemên ji Amerîkayê nedaye.

Macronê ku digel hemû hewldanên xwe nikaribû pozîsyona Trump nerm bike, dixwaze Yekitîya Ewrûpayê xwe ji bo şerê bazirganîyê amade bike.

Welatên din ên yekitiyê hîn jî dixwazin ji vê meseleyê re çareyekê bibînin û destekê nadin xeta tund a Macron.

Almanya, Îtalya û Holanda hin ji van welatan e ku naxwazin alozîya bi Amerîkayê bê kûrkirin.

Li aliyekî din jî, serokê Komîsyona Ewrûpayê Von der Leyen dibêje, Ewrûpa ji bo “tedbîrên li hemberê zêdekirina bacan amade ye.”

Bazirganîya Amerîka-Yekitîya Ewrûpayê par bi qasî 1.4 trîlyon dolar euro bû.

Ji nav welatên Ewrûpayê Almanya, Îtalya û Îrlanda ij îtxaletê bêtir, berhemên xwe difirojin Amerîkayê.

Infowelat

—————————————-

Foto: Emanuel Macron 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …