Trump polîtîkaya xwe ya hişk a li hember koçberan dewam dike.
Rêveberiya Washingtonê daneyên tendurustiyê yên koçberan ji Saziya Koçberiyê re vekir.
Ev jî dikare bibe sebeb zêdetir koçber bên dersînorkirin.
Rêveberiya Trump di çavçoveya polîtîkayên dijberiya koçberan de, daneyên 79 milyon koçberên bi Saziya Koçberî û Mihefezeya Gumrigê (ICE) re par ve kir.
Rêveberî bi vê hemleyê plan dike ku koçberên kaçax tespît bike û hin zêdetir koçberan binçav bike.
Medyayê Amerîkayê radigihîne ku Wezareta Karên Navxweyî û Saziya Koçberî û Mihefezeya Gumrigê di navbera xwe de peyman pêk anîne.
Li gorî peymanê, daneyên wekî nav, paşnav, navnîşana malê, roja zayînê, nimreya ewlekariya sosyal û daneyên etnîk ên koçberan ji ICEyê hatine vekirin.
ICE ji niha û pê ve wê karibe bigihîje nasname û ciyûwarên koçberan û li ser pergala Medicaidê şopa wan bigerîne.
Hikumeta Amerîkayê bi vê kiryarê hedef dike ku rojane 3 hezar koçberan têxin bin çav.
Vekirina daneyên Medicaidê ya ji ICEyê re wekî gaveke derqanûnî tê nirxandin.
Hin parlementer û xebatkarên Medicaidê li dij kiryarê derdikevin û dibêjin êdî wê kesên koçber newêribin serî li xizmetên tendurustiyê bidin.
Infowelat
———————————————–
Foto: Polîsekî Saziya Koçberî û Parastina Gumrigê (ICE) ya Amerîkayê